Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê alimên Pakistanê: Em îznê nadin ku Îran ewlehiya Erebistanê têk bide

14:58 - 10 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Tahir Mehmûd Eşrefî, serokê Şêvra Alimên Pakistanê ragehand ku em destêwerdanên Îranê di nava karûbarê Erebistanê de şermezar dikin, û cîhana Îslamê nahêle ku Îran dest bixe nava karûbarên Erebistan û Pakistanê de.

Bi gotina wî Pakistanê berdewam sebr û tehemul hebûye, û hewl daye ku aştiyê di navçeyê de cihgir bike, lê ew axavtinên tund ên berpirsyarên rejîma Îranê li dijî Pakistanê, bo bêdengiyê nabe. Wî hişadrî da rejîma Îranê, bila wisa nefikire ku Pakistan jî wekî Sûriye û Îraqê ye.

Wî bas ji hevpeymaniya Îran û Hind û Efxanistanê jî kir, û ragehand ku ew yek nikare bibe sedem lawaziya Pakistanê. Wî daxwaz ji hikûmeta Pakistanê kir ku li dijî helwesta Îran, Efxanistan û Hindustanê li dijî Pakistanê, li cem civaka cîhanî û navneteweyeî gilînameyê tomar bike.

Piştî vê ku çend kes ji sînorparêzên Îranê hatin kuştin, serokê Navenda Giştî a Hêzên çekdar ên Îranê, îdia kir ku: Xaka Pakistanê bûye cihekî aram û ewle bona perwerdehiya terorîstên ser bi Erebistan û Amerîkayê. Wî gef jî xwaribû ku hekî ew êrîş berdewam bin, ewê stargeha bi gotina wî terorîstan, di her cihekî bikin arman.