Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanada îzna birêvebirina dengdanê di vî welatî de nade rejîma Îranê

16:12 - 10 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Dewleta Federal a Kanadayê îznê nade rejîma Îranê, ku binkeya dengdanê di vîw elatî de, bo şanoya hilbijartinê ava bike.

Belavoka Gilob End Mîl di nûçeyekê de belav kiriye ku dewleta Federal a Kanadayê îznê nad erejîma Îranê, ku binkeyeke dengdanê di vîw elatî de, bo şanoya hilbijartinên serkomariyê ava bikin.

Deftera Nûnertiya rejîma Îranê, di NY de, di nameyekê de daxwaz ji berpirsyarên Kanadayê kir ku roja 29ê Banemerê binkeyên dengdanê danên da ku Îraniyên ser bi rejîmê bikarin deng bidin. Ew daxwaza rejîmê ji aliyê berpirsayrên Kanadayê ve hate retkirin.

Kanadayê div ê derheqê de ragehandiye ku welatên biyanî tenê dikarin, di navendên siyasî ên xwe de, binkeyan danên, û rejîma Îranê tu binkeyekê wê di Kanadayê d enîne.

Hikûmeta pêşîn a Knadayê di dawiya havîna sala 1391an de ragehand ku pêwendiya dîplomatîl di navbera Kanada û Îranê de helawîstî maye. Hilbijartinên serkomariya rejîma Îranê roja 29ê Banemerê bi rê ve dicing, û ew hilbijartin ji aliyê piraniya hizb û aliyên Kurd û Îranî ên dijberî rejîma Îranê vet ê baykotkirin.