Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îbrahîm Reîsî bûye mişka ser xizîneya beytulmalê

21:42 - 10 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Îbrahîm Reîsî, mohrê berbijêrkirî ê rejîmê bas ji vê kiriye ku “Astana Qudsa Rezewî” 37 sal e ku malyat nedaye.

Li gora raporên belavbûyî, di gotûbêja xapandinane ya berbijêrên serkomariya Îranê de, serokê “Astana Qudsa Rezewî” bas ji vê kiriye ku sîstema malyatî ya Îranê ferq û cudahîdanîn têde heye.

Ew gotina wî di demekê de ye, ku ew bixwe serokê navenda “Astana Qudsa Rezewî” ye. Serbarê vê ku ew cih di hemû biyavên aborî de çalakiyan dike, lê ji serdema Sefewiyan ve heya niha malyat nedaye.

Piştî şoreşa gelên Îranê serokatiya vî cihî kete destê “Waizî Tebesî” û pêdagiriya navbirî bo nedana malyatê bû sedema vê ku Xomêynî bi awayekî fermî di nameyekê de, danîna bac li ser vê navendê hilgire, û heya piştî mirina navbirî jî, di sala 1368an de, hemû navendên ser bi vî cihî ji dana malyatê hatin bexşîn.

Di vê derheqê de, Ehmedînijad serkomarê pêşîn ê rejîma Îranê û Ruhanî serkomarê niha, bo dana malyata vî cihî, yasayek radetsî meclisê kirin, lê bi hukmê Xamineyî hate retkirin.

Reîsî ji kesên nêzîkî Xamineyî ye, û danîna navbirî wekî birêveberê Astana Quds a Rezewî, li Meşhedê de, di dawiya sala 1394an de, zêdetir ji caran ew nêzî navenda deshilat kir.

Îbrahîm Reîsî yek ji wna kean e ku dengê wî di nava vê fayla bideng de heye ku kurê Muntezirî belav kiribû, ku ew fayla ya civîneke heyeta biryardana li ser bidarvekirinan bû.