Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî: Bila kes bîr ji têkdana ewlehiya welat neke

15:57 - 11 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Xamineyê rêberê rejîma Îranê, di axavtinekê de, li zankoya efserî ya Îmam Husên de got ku hekî xelk bixwazin nefermaniyê bikin, ew yek wê zirarê bigehîne rejîma wan.

Xamineyî herwisa gefa vê yekê xwar, ku nabe tu kes bîr ji têkdana ewlehiyê bike, hekî kesek bixwaze vê bike, bêguman wê sîleya wê jî bixwe.

Navbirî daxwaz ji Dezgeha Dadwerî, û hêza Întizamî û Wezareta Navxwe kir ku dibe hemû hewla xwe bona parastina ewlehiyê bi kar bînin.

Navbirî derheq beşdariya xelkê di hilbijartinê de jî got: Girîng nine ku em deng bidin kî, girîng ew e ku hemû bên, û deng bidin û nîşan bidin ku ew ji Îslamê û ji Komara Îslamî bergiriyê dikin.

Ew daxwaza Xamineyî bi başî îsbat dike ku bo wan hebûna rîzên dûr û dirêj li ser sinduqên hilbijartinan gellekî girîng e, jiber ku ew dixwazin li ber çavê bîr û raya giştî wisa nîşan bidin ku xelk niha jî bi wan re ne, û sîstema wan qebûl in, herwisa eva ku dibêje girîng nine ku deng didin kî, nîşana vê yekê ye, ku hilbijartina demokrtaîk di çarçoveya vê sîstemê de îmkana wê tuneye, û ew pêştir li ser derxistina kandîdê xwe ji sinduqên dengdanê sax bûne, û eva din hemû ji şanogeriyê zêdetir tiştek din nîne.

Hilbijartina 12mîn dewreya hilbijartinên serkomariyê, hevdem digel 5mîn gera hilbijartinên şêvrên gund û bajaran roja 29ê Banemerê wê bi rê ve here.