Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsal 137 jinan bo serkomarbûnê navnivîsî kiribûn

15:53 - 13 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Di dîroka çar dehikan a Komara Îslamî de, tu jinekê nekariye bibe kandîda posta serkomariyê, û tenê neçar bûne ku dengê xwe bidin mêran bo vê postê.

Yek ji van jinên herî naskirî ku di piraniya hilbijartinên serkomarîiyê de navnivîsiyê dike, lê Şêvra Nobedar kêrhatîbûna wê ret dike, “Eizem Taliqanî” keça 72 salî ya Ayetullah Taliqanî ye.

Wê ji sala 1997an şûnda berdewam navnivîsî kiriye, da ku peyva “Recol” di yasaya bingehîn de rexne bike, ku di biyavê sunetî de tenê regeza mêr digre.

Li gora nûçegihaniyan, sêyek (1 li ser 3) a dengderan jin in, û dengê jinan bo kandîdan gellekî giring e, û kandîd gellek hewl didin ku bi diruşmên rengbireng jinan di berjewendiya xwe de bi kar bînin.

Bo mînak Hesen Rûhanî bo rakêşana jinan bo ser sinduqên dengdanê, wêneyeke xwe digel du jinên genc li ser çiyayekî, daniye ser torên civakî, ku her du jin jî pêka yasayên rejîma Îranê bedhicab in, û dixwaze ku bi vê wêneyê wisa nîşan bide, ku ew gellek hişk nine derheq çawaniya xwedapoşîna jinan.

Lê Reyîsî ku tê gotin boçûnên wî zêdetir nêzîkî boçûn û ramanên Xamineyî ne, di mîtîngên wî de, ciyê jin û mêran li hev tê cudakirin, û ew yek bû sedem ku navbirî bi tundî bê rexnekirin.

Qalîbaf jî, bo bidestxistina dengên jinan, hawara xwe bo torên civakî biriye, û wêneyeke xwe ku digel jinên Kurd kêşaye, belav kiriye, ku di vê wêneyê de, jinên Kurd şêweya xwedapoşîna wan digel yasayê rejîmê yek nagre, û ew yek jî tenê bo rakêşana jinan bo ser sinduqên dengdanê ye.