Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirêgirtiyên rejîma Îranê li Kurdistanê êrîşî ser hevwelatiyan dikin

21:53 - 13 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Kirêgirtiyên rejîma Îranê li bajarên Kurdistana Rojhilat şer difiroşne hevwelatiyan.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdoistanmedia, roja Pêncşemiyê 21ê Banemerê demjimêr 3ê piştînivro hejmarek ji lat û şerût û fitneçiyên ser bi Îdareya Îtilaata rejîmê, li bajarê Bokanê li parka Sahilî hêcetan li çar ciwanan digrin û gel wan şer dikin.

Kirêgirtiyekî rejîmê wan çar kesan dide ber çeqoyan (kêrikan), û birîna du kesan gellekî kûr e.

Her heman rojê kirêgirtiyên Îtilaatê êrîşî ser du keçan jî dikin, lê xelk berbirûyê wan dibin. Lê hêzên Întizamî bi hawara wan du keçan de naçin.

Xelk berdewam dikevin be rêrîşa hêzên rejîmê, û hêzên rejîmê ji her kombûneke xelkê ditirsin û bona kontrolkirin û çavdêriya baştir ya rewşê, nahêlin ku xelkekî zêde li dewra hev kom bin.