Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûhanî li ser cîbicîkirina seneda 2030`an a UNSCO`yê pêdagirî kiriye

15:39 - 14 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Di demekê de ku rêberê rejîma Îranê seneda 2030`an a UNSCO`yê rexne kiribû, Rûhan bas ji pêbendbûna bi vê senedê kiriye.

Rûahanî roja Şemiyê di axavtinekê de, di nava koma alîgirên xwe de rêberê rejîmê û xelk xatircem kir ku dewleta wî bi seneda 2030`an a UNSCO di çarçoveya yasayên Îranê pêbend dimîne.

Serkomarê Îranê ew kes rexne kirin ku li dijî vê senedê helwestan digrin, û ji xelkê daxwaz kir, ku bi hişyarî û serwextiya xwe li hemberî pilanên hin aliyan de bisekinin.

Pêştir Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karê Derve ê Îranê, roja 20`ê Banemerê gotibû ku aliyên dijber hin tiştan li ser seneda 2030`an a UNSCO bas dikin, ku di naveroka wê de tuneye.

Wî pêdagirî kiribû ku Komara Îslamî wan beşên ku li dijî pirensîpên şer`î ên Komaara Îslamî bin, tu pêbendiyek tunabe.

Du rojan berî niha rêberê rejîmê gotibû ku seneda 2030an a UNSCO tiştek nine ku em teslîmî wê bi.

Ew rexne didemekê d etêne girtin, ku heyeta Komara Îslamî di civîna 26`ê Gelawêja sala 1395`an de pejirandibû ku seneda 2030an a UNSCO di Îranê de bi birêvebiriya Wezareta Perwerdehiyê tê amade kirin.