Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka pêşmergeyekî PDKÎ koça dawiyê kir

16:12 - 14 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Helîme Salihî diya pêşmergeyekî PDKÎ çû ber rehmetê.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Pêncşemiyê 21`ê Banemera 1396`an a Rojî, meta Helîme Salihî diya Pêşmergê PDKÎ mela Qasima Keleşî xelkê gundê Kûra serê, a ser bi navçeya Enzel a Urmiyê, di temenê 94 saliyê de çû ber rehmetê.

Meta Helîmê, jineke dilsoj û welatparêz bû, û hertim şanazî bi vê dikir ku kurê wê çeka bergiriya ji xak û nîştimana xwe hilgirtiye. Termê navbirî di nava girseya xelkê herêmê de bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kes û karê navbirî, û xwe di xema wan de bi şirîk û hevbeş dizane.