Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şanoya hilbijartina bi çalakiya teblîxî hate baykotkirin

16:56 - 14 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ bi armanca baykotkirina şanoya hilbijartinan a rejîmê çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, têkoşer û alîgirên PDKÎ li gund û bajarên Kurdistana Rojhilat bo baykotkirina şanoya hilbijartinan çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Seqiz

Xortên Demokrat li bajarê Seqizê bo baykotkirina hilbijartinan ew cihên ku rejîma Îranê pêştir bo piropagendekirina hilbijartinan mifah jê standibû, bi tewahî şewitandin.

Ew helwesta cesûrane ya qehremanên Demokrat bû sedema kerb û bêzariya hêzên rejîmê û milîtarîzekirina bajar.

Şino

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê seqizê bi armanca piştgirîkirina ji baykotkirina hilbijartinan, li ser rêya Şino-Nexedê, riya Alyawê bo Gurgawê û herwisa Alyawê bo Nelîwan, û herwisa di nava gundê Alyawê, tiraktên taybet bi baykotkirina hilbijartinan belav kiriye, û diruşm di vê derheqê de nivîsandine.

Li cihên berçav ên vî gundî wekî nanewayî, medrese, mizgewt û tewahiya malan, teraktên taybet bi baykotkirina hilbijartinan hatine belavkirin.

Di vê çalakiyê de, zêdetir ji 1500 teraktên baykota hilbijartinan hatine belavkirin.

Her di vê derheqê de, nûçegihanê malpera Kurdistanmedia ragehand ku Gulistanî berpirsê besîcê eşayirî ê parêzgeha Urmiyê digel Mêhran Nê`imetî serokê eşayirên navçeya Deştebêlê rûniştin hebûye.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia ragehand: Di vê civînê de, du kirêgirtiyên rejîmê li ser babetên domandina hewldan bo cihgirkirina ewlehiya xelkê, li ser bingha axavtinên Xamineyî, û handana hemû eşayirên Deştebêlê di roja hilbijartinan de, û rohnkirin bo eşayiran bi armanca hilbijartina kandîdê bi dilê xwe pêdagirî kirin.

Pîranşar

Qehremanên Demokrat li bajarê Pîranşarê bona baykotkirina hilbijartinên rejîmê roja Înê li cihên wekî Zergeten, felekya mamosta Hejar, derdora felekeya Kişawerz, medreseya Kar û Daniş-şeqama mela Donexor û Kasekeran çalakiya teblîxî bi rê ve birin.