Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Hilbijartin tu guhertinekê di nava sîstema rejîma Îranê de pêk nahîne

22:38 - 14 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Hesen Şerefî berdevkê PDKÎ di hevpeyvînekê de, bas ji vê kiriye ku di nava sîstema rejîma Îranê de, hilbijartin berevajiyê pîvanên demokratîk e, û baskirina ji pirsa neteweyan, pêgeh û pêkhateya rejîma Îranê dixe metirsiyê de.

Hesen Şerefî, cihgirê sekreterê giştî û berdevkê PDKÎ di gotûbêja bi malpera BASNEWS re di biyavê naverok û cewherê hilbijartina serkomariya rejîma Îranê di vê gera hilbijartinê de bas ji vê kiriye, ku ew hinda ku vedigere ser pirsa hilbijartinan li Komara Îslamî de, di hemû gerên hilbijartinan de, li gora siyaset û naveroka vê rejîmê, hilbijartin di vî welatî digel têgeh û wateya hilbijartina rasteqîne û demokratîk yekcar ji hev dûr in, û em dikarin bêjin ku di paradoksê de ne, û ew gera hilbijartinê û gerên din jî, naweroka neyasayî û nadedemokratîk bi hilbijartinan ve diyar e, û di encamê de, tu encamek rast lê nakeve.

Hesen Şerefî, cihgirê sekreterê giştî û berdevkê PDKÎ herwisa bas ji vê kiriye ku: “Jiber ku bo hilbijartina serkomariyê li Îranê de, çend fîlterên rejîmê, berbijar bi keyfa xwe parzîng kirine, û pilandarêjî jê re kirine, û kesên dilxwaz danîne, nêzî zêdetir ji %75 a xelkê Îranê ji xwe kandîdkirina bo hilbijartina serkomariyê bêpar in, û mafê wan hatiye zewtkirin, ku wisa bû hilbijartina serkomariyê di navika xwe de demokratîk nine.

Berdevkê PDKÎ di beşeke din de bas ji vê kiriye ku: “Di nava deshilata Îranê de, devûçav her çi bin, tu guhartinek di siyaseta giştî ya Îranê de, çi di navxwe de, û çi jî di rewşa jiyana xelkê û çi di siyaseta derve û doma serkut û sêdareyê de naguhere. Bo mînak dema xwe Xatemî hate ser kar, û piştre got ku min tu deshilatek tuneye, piştre Ehmedînijad piştî du dewreyan serkomariyê, vê carê hêjatiya wî jî nehate pesendkirin. Dema xwe Mûsewî serokwezîr bû, Kerobî ku serokê parlementoyê bû vêde birin, lewra deshilata Îranê emeg bo kesên herî wefadar ên xwe jî nîne”.

Hesen Şerefî derheqê gfxwarin û hişdariyên Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê ragehand ku: “Xamineyî lewra pêşniyar bi kandîdan kiriye ku bas ji pirsa neteweyî, navçeyî, û zimanî û ayînî nekin, li ber vê ku berbijêr di rastî de, çi tişteke wan tuneye, ku qewl û sozan bidin xelkê.

Hesen Şerefî, cihgirê sekreterê giştî û berdevkê PDKÎ derheq helwesta baykota hilbijartinan ji aliyê şeş aliyên Rojhilata Kurdistanê ve got: “Baykota vê carê ya hizbên Rojhilat a Kurdistanê li çav caran cudahiyeke hebû, yekem, hekî caran hizb yan rêkxirawekê Kurdî ê opozisyona Îranê, hinek guman li ser baykot yan hewldana bo beşdariyê hebû, lê bo wan jî derket ku ew rejîma vê derfetê nade tu kesî, û ew derfet di vê rejîmê de tuneye ku guherînkariyan bo maf û xwestekên neteweya Kurd bike, lewra vê carê jî şeş rêkxirawan pêkve baykota hilbijartina serkomariyê ragehandin, hevdem bi kiryar jî, her rêkxirawekê ew hinda ku karîbe, ji riya ragehandinan ve, û li gora pêgeha xwe di nava civatên xelkê Kurdistanê de, daxwaz kiriye ku xelk di vê hilbijartinê de beşdariyê nekin.