Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Karê Derve a Amerîkayê: Dibe girtiyên Behayî bêne berdan

15:31 - 15 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Wezareta Karê Derve a Amerîkayê bi weşandina daxuyaniyekê di malpera xwe de, destbiserkirna rêberên Behayî di Îranê de mehkûm kir, û daxwaza berdana bêşertûmerc ya wan, û wan kesan kir ku bi tohmetên bi vî rengî di hepsê de ne.

Vê wezaretxaneyê herwisa nivîsandiye ku: “Neh salan zindan, bo rêberên Behayî di Îranê de, û destbiserkirina wan bi tawana “sîxorî, bêhurmetiya bi muqedesat û piropagendeya li dijî Komara Îslamî”, nedadperwerane xwand, û nivîsand ku Behayî tenê bi sedema bîrûbaweriyên xwe û birêvebirina debên mesebî ên xwe mijûl bûne û bes.

Wezareta Karê Derve a Amerîkayê navê heft kesan aniye, ku bi gotina vê wezaretê, navê wan Ferîba Kemalabadî, Cemaledîn Xancanî, Efîf Ne’îmî, Se’îd Rizayî, Bêhrûz Tewekolî û Wehîd Tîzfehm û Mehûş Sabit e.

Di vê daxuyaniyê de, Îran bi sedema dosiyeyên bi vî rengî, bi binpêkirina mafê mirovan û guhnedana bi azadiyên destpêkî, hatiye tawanbarkirin, û ji dewleta Îranê tê xwestin, da ku peymannameyên navneteweyî bi taybetî azadiya raman, meseb, bîrûbawer, û kombûnên aştîxwazane bo hemû kesan di Îranê de berçav bigrin.

Hêjayî basê ye ku ola Behayî ji aliyê Mîrza Husên Elî Nûrî, naskirî bi “Behaullah” di sedsala 19’an de hatiye avakirin. Peyrewên vê olê bawerî bi vê yekê hene ku Behaullah (1817-1892) piştî pêxemberên wekî Îbrahîm, Mûsa, Bûda û Zerdeşt û Mesîh û Mihemed, pêxemberê herî nû ye. Li gora zanyariyan niha 7 milyon û 800 hezar kes peyrewên ola Behayî ne, û navenda cîhanî ya Behayiyan di bajarê Heyfa a welatê Îsraîlê de ye.

Ew ol, li gora vegeşandinê di welatên cur bi cur de, piştî Mesîhiyetê wekî duyemîn ola cîhanê tê hesibandin. Peyrewên Behayiyetê li Îranê li jêr deshilata Komara Îslamiya Îranê de, di bin zext û givaşeke bê qas de ne, û rê bi belavkirina vê olê di Îranê de nahê dayîn.