Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û PDKÎ li ser pirsa hilbijartinan daxuyaniyek belav kirin

15:52 - 16 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û PDKÎ li ser pirsa hilbijartinan daxuyaniyeke hevbeş rû li xelkê Kurdistanê û rêkxirawên nihênî li Kurdistana Rojhilat belav kir.

Deqa daxuyaniyê:

Daxuyaniya hevpar ya rêkxistinên nihênî ên Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û PDKÎ li ser pirsa hilbijartinê

Hevwelatiyên birêz!

Rêkxistinên Komele û Demokrat!

Çalakên siyasî û medenî!

Roja 7’ê Banemera 1396’an her wekî agehdar in şeş hizbên Kurdistana Rojhilat pêkve di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaz ji civatên xelkê Kurdistanê kirin, ku beşdarî şanogeriya hilbijartina serkomariyê û şêvra gund û bajarên Kurdistanê nebin. Bi dirêjahiya 39 salan hakimiyeta xwesepîn a Komara Îslamî li Îranê, hemû binemayên hilbijartina azad xistiye jêr pirsyar û tenê mebest ji birêvebirina hilbijartinê xapandina xelkê Îranê û cîhana derve ye.

Di van rojan de, medya û berbijêrên serkomariyê û karbidestên din mijûlî handan û rûmalkirina piroseya şanoya bi nav hilbijartina serkomariyê ne li Îran û Kuyrdistanê.

Di welatên demokrat û azad hilbijartin wekî yek ji pêpik û binemayên demokrasiyê tê hesibandin, û tak azad e û ji riya dengê xwe ve, guherînkariyan li deshilatê û jiyana xwe û hevşêweyên xwe de dike, lê li Îranê hilbijartin bi tewahî bo xizmetkirina bi nizama siyasî ya daplosîner û stemkar mifah jê tê standin. Hemû ji mebest û xwestekên rejîmê ji bi nav hilbijartinan di heyama nêzî çar dehikan deshilatdariyê agehdar in, û pêwîst bi avrîdaneke hûr nake.

Di hemû piroseyên bi nav hilbijartinan de, bi dana qewlên derev û dûr ji ratsî û bêkiryar hewla wan ew bûye ku bigihîjin deshilatê, û bedela xizmetkirina bi rûniştiyên Îran û Kurdistanê gendelî û rantxwarî û tejîkirina berîkên xwe û bihêzkirina dem û dezgehên serkutkar ên wan karê wan bûye, û ew yek bi armanca bêdengkirina hemû dengeke nerazî li Îranê, û bitaybetî kurdistanê bûye.

Hemû ew qeyran û bedbextî ên wekî bêkarî, hejarî, gendelî, nebûna zadî û demokrasiyê ku şoreşa sala 1357’an a Rojî a Îranê lê ket, diyar e ku ne tenê her kêm nebûye, belkû çend qat zêdetir bûye, û diyardeyên civakî wekî tûşbûna bi madeyên hişbr, leşfiroşî, û vegeşandina dehan belayên civakî derdora civakê girtine.

Di heyama hakimiyeta Komara Îslamî de, asta derbazkirin, vegeşîna aborî û siyasî, hêvî bi pêşerojê hindî ku tê xiraptir dibe.

Ew yek jî berhema sîstema siyasî û aborî ya seqet a Komara Îslamî ye, ku rêber û berpirsên wê berpirsyarin di hemberî vê rewşê de.

Rewşa mamostayan, xwendekaran, jinan û mafên neteweyî ên wan, ayîn, û mezhebên cuda aloz in, û derfeta rêkxistina her cure mîtîng û xwepêşandaneke aram ji wan tê zewtkirin, û hewldan bo anîna ber bas ya daxwaziyên wan, bi navê dijberî digel hakimiyeta nizamê û hikûmeta Xwedê tûşî serkut, girtin û îşkenceyê dibin.

Bi hebûna astengiyên yasayî ên wekî deshilata reha ya Xamineyî, Şêvra Nobedar, çavdêriya Îstiswabî, birêvebirina piroseya hilbijartina azad, û demokratî bê wate ye, û bi awayekî armancadar, ew maf ji xelkê Îranê û Kurdistanê tê zewtkirin.

Bi vê karnameya reş û bagrawenda dîrokî û siyasî ku rejîmê bo xwe tomar kiriye, nabe tu cure hêviyek bi guhertinan û dîskorsa Îslahxwaziyê di nava rejîmê de hebe, û nabe xelkê hêvî pê hebin.

Lewra em bi erk û wezîfeya rêkxistinên Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û PDKÎ dizanin, ku di pêxema hişyarkirina xelkê bo beşdarînekirina di piroseya bi nav hilbijartinan rola xwe bilîzin. Girîng e ku xelkê Kurdistanê, roja 29’ê Banemerê yan di malên xwe bimînin, yan jî bedela çûna bo ser sinduqên dengdanê rû li derveyî bajar bikin, bo geriyanê, û tevlî xwezaya ciwan ya Kurdistanê bin.

Hiloşe rejîma Komara Îslamî ya Îranê

Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê

PDKÎ

Komîteya Zagros û Komîsyona Teşkîlatê

13.05.2017
23.12.1396