Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerên parlementoya Ewropayê: Hilbijartin di Îranê de azad û dadperwerane nine

15:13 - 19 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Li bereberê hilbijartina serkomariya Îranê de, 156 nûnerên parlementoya Ewropayê de, bi derkirina daxuyaniyeke hevbeş, roja Pêncşemiyê 18`ê Gulana 2017`an, ragehandin ku hilbijartin di Îranê de azad û dadperwerane nine.

Di vê daxuyaniyê de, derheq demokratîknebûna hilbijartinên Îranê hatiye: Opozisyonê heqê beşdariyê nine. Tewahiya kandîdan dibe baweriya qelbî ya xwe digel esla Wilayeta Feqîh nîşan bidin.

Organeke nehilbijartî bi navê şêvra Nobedar, ku endamên wê ji aliyê Weliyê Feqîh Xamineyî ve tê danîn,kêrhatîbûna piraniya kandîdan ret dike.

Yasadanerên YE herwisa bi eşkerekirina nîgeraniya xwe derheq hejmara bilind ya bidarvekirinan di Îranê de, bas ji vê kirin ku zêdetir ji 3 hezar kesî di yekemîn dewreya serkomara bi nav reformxwaz Hesen Rûhanî de, hatine bidarvekirin.

Nûnerên parlementoya Ewropayê ragehandin: Di axavtineke eşkere ya di televîzyona Îranê de, Rûhanî îdam wekî yasayek baş û yasaya Xwedê bi nav kir. Wî herwisa piştevaniya tewaw ya xwe ji Beşar Esed bi awayekî eşkere ragehand, heta piştî êrîşa kîmyayî di meha Nîsanê de, ku gellek kes bi taybetî gellek zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Nûnerên parlementoya Ewropayê pêdagirî kirin, ku Wezîrê Dadê ê dewleta Rûhanî endameke kilîdî ê Komîteya naskirî bi Merg bû, ku îdama bikom ya zêdetir ji 30 hezar girtiyên siyasî pejirand.

Di doma vê daxuyaniyê de hatiye: Rikeberê serekî ê Rûhanî di hilbijartinê de, Îbrahîm Reyîsî bixwe jî, endameke komîteya Merg bû. Ew di temenê 18 saliyê de, cihgirê serdozgerê giştî ê Tehranê bû, û herwisa ji berpirsyarên payebilind ên dezgeha Qezayî bûye, ku hukmê îdama hezaran neyarên siyasî derkiriye.

Di vê daxuyaniyê de herwisa îşare bi hewla berfireh ya opozisyona Îranê bo tehrîma hilbijartinê û bangewaza bo guhertina rejîmê hatiye kirin, nûnerên parlementoya Ewropayê di dawiya daxuyaniya xwe ya hevbeş de pêdagirî kirin: Her cure vegeşandina pêwendiyan digel Îranê, dibe girêdayî be bi baştirkirina rewşa mafê mirovan, mafê jinan û ragirtina îdaman.