Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq koça dawiyê ya rêkxerê giştî ê tevgera Goran

22:42 - 20 Gulan 2017

kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya koça dawiyê ya kak Newşîrwan Mistefa daxûyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê:

Mixabin kak Newşîrwan Mistefa rêkxerê giştî ê Tevgera Goran, û têkoşerê qada bizava rizgarîxwaziyê di Başûra Kurdistanê de, demjimêr 8’ê sibehiya roja Înê 19.05.2017 (29.02.1396)’an, piştî çend salan nexweşiyê di bajarê Silêmaniyê de koça dawiyê kir.

Kak Newşîrwan Mistefa di sala 1944’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye, û xwendina xwe di vî bajarî de domandiye, û di sala 1967’an de kolêja zanistên siyasî di zankoya Bexdayê de tewaw kir.

Di destpêka dehka 70’î de, çû welatê Otrîşê, û di biyavê yasayê de, xwendina xwe domand, û li rex vê yekê jî, di detspêka salên 1960’î de, di nava refa yekîtiya qutabiyan de tekoşîna xwe dest pê kir, û piştre bû endamê liqa Silêmaniyê ya PDK’ê û piştî vê ku wekî yek ji avakerên YNKê û sekreterê Komeleya Rencderên Kurdistanê xebata xwe domand, û di demekê de, ku cihgirê sekreterê YNK’ê bû, di sala 2006’an de, veqetiyana xwe ji YNK’ê ragehand û Tevgera Goran ava kir.

Xwediyê çend berhemên girîng ên siyasî û dîrokî ye, kak Newşîrwan Mistefa bi taybet di salên 1980’î de, nêzîkatiyeke tewaw digel PDKÎ bi taybetî rêberên nemir Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî de hebû.

Deftera Siyasî a PDKÎ bi boneya koça dawiyê ya kak Newşîrvan rêkxerê giştî ê Tevgera Goran, tevî xem û kesera xwe, sersaxiyê dibêje malbata wî ê birêz, dost û nasyar û hevalên wî di Tevgera Goran de, û xwe di xema jidestçûn kak Newşîrvan de bi şirîk û hevpar dize.

PDKÎ
Deftera Siyasî

29.02.1396
19.05.2017