Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsyona Teşkîlatê a PDKÎ spasnameyek rû li xelkê Kurdistanê bo baykota hilbijartinan belav kir

22:46 - 20 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Komîsyona Teşkîlatê a PDKÎ derheq baykota şanoya hilbijartinên rejîma Îslamiya Îranê, ji aliyê xelkê Kurdistanê ve, spasnameyek rû li xelkê Kurdistanê belav kir.

Deqa spasnameyê:

Xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê!

Endam û alîgirên PDKÎ!


Hûn xebatkar û têkoşerên riya azadiyê, bi pêdagiriya li ser mafên xwe û pêdagiriya li ser xebata berdewam, bo rizgariya gel û nîştiman, di biyavê hevdengiya hêzên siyasî ên Kurdistanê û daxuyaniya hevbeş a PDKÎ û Komeleyê de, bo baykota şanoya hilbijartina rejîmê, we selimand ku, ne asteng û berbest, û ne jî gef û givaşên leşkerî û îdarî ên rejîma pêşkevtinxwaz û dijî azadiyê, a Komara Îslamî nikarin, ji tekoşîn û xebata bo desteberkirina mafên we veqetin.

Em xatircem in ku heya dawiya temenê ber bi lêjiyê ya deshilata biyom a rejîma Tehranê li Kurdisatanê, hûnê herwisa bi xweragiriya şoreşgerane û bi têhn û gurriyeke rû li vegeşînê ve, pêngavên xwe bileztir bikin.

Serkevtina we di gotina dengê Na de, bi tewahiya Komara Îslamî, selmînerê vê rastiyê ye, ku tu pîlaneke rejîma xwesepîn û dagîrkar a Komara Îslamî, nikare îradeya neteweyî ya me bo berbirûbûna zulm û zordariyê lawaz bike.

Bi vê sedemê ve, Komîsyona Teşkîlatê a PDKÎ spasî û pêzanîna xwe di hemberî hemû hewl û çalakiyên we nîşan dide.

Dengê wê yê Rasanê bilindtir be, û xebata me ya yekgirtî heya serkevtinê berdewam be.

PDKÎ

Komîsyona Teşkîlatê

30.02.1396