Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di dîktatoriyê de perwerde alavek e bo bindestiyê

00:14 - 23 Gulan 2017

Bextiyar Osmanî

Rewşa perwerdehiyê di Îranê de tarî, biguman û hejmonîxwaz e, li ber vê ku xelkê Îranê ji perwerdehiyeke binecî bêpar in, û em di vir de nîşan didin ku perwerde di Îranekê de, ku bi hezaran sal e ezmûna hukimdariyê heye, bo pêgehandinê nine, û sê valahiyên mezin di Îranê de hebûne û hene, ku heya niha jî nehatine çareserkirin, heya ku ew valahî jî nehêne tejîkirin, perwerdeyek ku li ser rasteriyê here, dûr e ji çavnihêriyê, û ew jî ew in:

1.Deshilata Siyasî
2.Liberçavgirtina pêkhateya neteweyî û ayînî
3. Aborî

Yekem: Di biyavê deshilata siyasî de Îran hertim li jêr hukmê çek û sernîzeyê de bû, û deshilatdar, dîktator û dijîgelî bûn. Xelk li cem wan kole û fermanber bûye, û bi zorî îdare kirine, û xelkê berdewam hewl dane ku ji bindestiyê rizgar bin, lê ji destê dîktatorekê rizgar bûye, û ketiye himbêza dîktatoreke din. Tirs ji dijkiryara xelkê deshilat wisa lê kiriye, ku bi hemû awayekî di bîra zincîr û serkuta xelkê de bin, bi pêşkevtina cîhanê, û vegeşîna zanist û teknolojiyê biyavê perwerdehiyê jî, vegeşiya, û di vir de jî bedela vê ku bo xizmeta xelkê mifah jê bê standin, ew xistin bin deshilatê, û bîra xwe ya reş, bo perwerdekirina xelkê, wekî kole, kevneperest û serpêçîkirin, û bilindkirina şah û Îmam darêtine, û bi kar anîne. Wêneyên hemû Kitêban bi wêneyên şah û îmam dagirtine, û naweroka wan kitêban jî bo mehtkirin û xemilandina deshilata xwe kêşane. Hemû fêrbûnek jî bona xizmetkirina deshilkatê û serkuta xelkê ye, hekî wisa nebe, riya perwerdeyê lê digrin, yan kurt dikin, û herwekî çawa heya niha kirine.

Di Komara Îslamî de, bi nav perwerdeya Îslamî bilind kirine, û hemû tişek girê dane bi vê tewerê, li ber vê ku tenê bi xelkê biselimînin ku Weliyê Feqîh nûnerê Xwedê ye li ser erdê. Lewra heya ku deshilateke xelkî û Demokrat nehê cihgirkirin, em nikarin çaveriyê perwerdeyeke baş ji rejîma Îranê bin.

Duyem: Valahiyeke din ku li ser riya perwerdehiyê di Îranê de heye, li berçavnegirtina pêkhateya neteweyî û ayînî ye. Em hemû dizanin neteweyên Kurd, Belûç, Ereb, Turkemen, Tirk û Fars li ser xaka xwe, û di çarçoveya welatekê de bi navê Îranê dijîn, û her yek ji van neteweyan xwediyê hemû wan taybetmendiyan in, ku neteweyekê heye. Lê deshilatdaran, çi ên duh û çi jî ên niha, girîngiya herî kêm jî bi neteweyên cuda ji Farsan nedane, û deshilat tenê li cem neteweya Fars e, heya niha jî neteweyên din bindest û mafxwarî ne, û rola wan ya herî kêm jî, di qedera welat û xwe de nine, lewra ji wan re dirêsin û didirûn.

Hejmonîxwaziya neteweya deshilatdar, bi tewahî xwe xistiye nav derûna wan de, lewra her yek ji wan diçin ser kursiyê deshilatê, û ew yek di kar û kiryarên wan de reng vedide.

Perwerde di vî welatî de, bi bîr û zimanê hejmonîxwaziya Fars tê darêtin, û ew jî bi armanca xizmeta nasname û deshilata neteweya serdest e, neteweyên din ne tenê ji darêtina perwerdehiyê bêpar in, heya li çi cihekî din jî cihê wan nabe.

Deshilatdar dizanin ku neteweyên mafxwaz bi xwest û îradeya xwe neçûne jêr balê vî hukmî de, lewra hewl dane ku ji riya perwerdehiyê ve jî, wan di bindestiyê de bihêlin. Ziman û çanda xwe bilind û pêş xistine û hewl dane ku ji girîngiya ziman û çanda neteweyên din kêm bikin, bi awayekî ku beşek ji xelkê neteweyên mafxwaz bawerî bi vê anîne, ku zimanê Farsî li zimanê wan bixwe şîrîntir e, di demekê de ku çi zimanek ji zimanê dayîkê şirîntir nine.

Aliyê kêm nîva nifûsa Îranê Fars nînin, ew neteweyane di perwerdehiyeke taybet bi xwe cuda ji perwerdehiya malbatî hatine bêparkirin, û heya mafê xwendina bi zimanê dayîkê jî, ji wan hatiye qedexekirin, çi bigihîje bi vê ku perwerdehiya wan bi zimanê dayîkê be. Lê niha ew neteweyane bi hewl û tekoşîna xwe mijûlî perwerdekirin û nasandina nasnameya xwe ne, û her bi vê pêkê jî zêdetir ji caran di hewla bidestxistina mafên siyasî û neteweyî ên xwe ne, û di hember de deshilat wan zêdetir îdam dike û dikuje.

Cuda ji pêkhateya neteweyî, pêkhateyek din, li Îranê bi zeqî diyar û li be rçav e, ew jî ayînî ye, cuda ji Şî’e ku deshilatê wekî mezhebê fermî nasandiye, Sunî û Mesîhî û Yarsan û ...hwd, ayînên din jî hene, ku xwediyê taybetmendiya xwe ne, û di perwerdeyeke Îslamî a Şî’e de cihê wan nabe, hekî dijberî jî tunebe. Perwerdehiyê di Îranê de, ew valahî jî tejî nekiriye, belkû mezin û mezintir jî kiriye.

Sêyem- Biyavê aborî, biyaveke girîng e, di jiyana civak a mirovan de, û bihêzbûna bandora rasterast li ser biyavên curbicur ên deshilatê, û civakê heye, û rejîmên Îranê dahata welat, û xelkê talan dikin, û dikin xercê hêzên sekutkar, lewra aboriyeke herifî û lawaz hene. Paşmayiya vê dahatê bo perwerdehiyê tê danîn, ku ew tenê bona perwerdeya ziman, û çanda neteweyî ya serdest tê danîn, û piraniya herî zaf a xelkê ji destê hejarî û kêmdahatiyê de dinalînin, û ji hemû îmkanatan hatine bêparkirin.

Aboriyê pêwendiyeke rasterast û pêkvegirêdayî digel perwerdehiyê heye, her çi rewşa aborî geşe bike, derfet û îmkanatên perwerdehiyeke baş zêdetir xwe nîşan dide, yan her çi rewşa perwerdeyê baştir be, aborî zêdetir geşe dike, û sermayeya mirovî zêdetir desteber dibe, lewra aborî û perwerdehî, pêwendiyeke binecî bi hev re hene, û salê zor in ew kesên ku bi sedema ferq û cudahîdanînê û bi sedema bêdahatiyê, û nebûna îmkanatan dev ji perwerdehiyê berdidin, û tevlî karwanbê bêkaran dibin.

Bona vê ku welatekî wekî Îranê bikare perwerdeyeke giştgîr, pirrberhem û serkevtî hebe, li pêşde dibe ku sîstema hukimraniya wê demokratîk be, û mafê gişt neteweyên din biparêze, û herwisa xwediyê aboriyeke bihêz be, ew sê biyav, wekî qulpên zincîrê pêkve girêdayî ne, ku bi bêy hevdu nivîşkan in, lewra nikarin perwerdeyeke baş pêşkêşî xelkê bikin, da ku gula perwerdehiyê di Îranê de bipişkive.