Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Tirkiyê du sernivîskar û du mamosta hatin destbiserkirin

15:33 - 23 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Polîsê Tirkiyê mamostayekî kolêja Edebiyatê, û mamostayekî xwendingeha destpêkî destbiser kirin ku 75 roj bû, di nava gireva birçîbûnê de bûn.

Mamostayê kolêja Edebiyatê, ku navê wî Nûriye Gulmen e, di tora civakî ya tweeter de nivîsand: “Mirin bo faşîzmê! Serkeve berxwedana û gireva birçîbûna me! Emê ser pîşeya xwe ya mamostatiyê berdewam bin! Em teslîm nabin”.

Heya niha bi awayekî fermî sedema destbiserkirina wan nehatiye zanîn, lê yek ji nûnerên HDPê bi navê Nicatî Yilmaz ragehand ku hikûmetê tirsa wê heye ku ew gireva birçîbûnê nerazîbûneke wekî ya havîna sala 2013`an lê bikeve.

Nûriye Gulmen û Semiye Ozakca di rojên dawiyê de, bi tundî lawaz bibûn, û rewşa tendurustiya wan gellekî xirap e.

Ew du kes ji wan sed kesan in, ku ji dema derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha 2016`an ve, bi biryareke awarte ji kar hatin dûrxistin. Ew tohmetbar in, bi alîkariya digel tevgera Fethullah Gulen.

Saziya Lêborîna Navneteweyî di raporeke nû de, derkirina berfireh ya karsazan “xweser” bi nav kiriye, û daxwazkarê pêdeçûna bileztir bi ser hukmê girtina wan kesan de ye.

Ji aliyekî din ve du sernivîskarên kovara “tenz” ya bi navê “Nukte” bi girtina heta-hetayî mehkûm bûn.

Li gora nûçegihaniya DHA`yê, ew her du sernivîskar di dadgehîkirineke bêy amadebûna wan de, bi 22 sal û 6 mehan hepsê mehkûm bûn. Rûbergê kovara navbirî, bi danîna manşêteke rexnegirane li Erdoxan hatibû belavkirin.

Herwisa wêneyekî Erdoxan belav kiribûn, ku li nêzî tabûteke serbazekî kuştî ê Tirkiyê bi girnijîn ve wêneyeke silfî digirt. Ew yek bû sedema daxistina kovara tenz ya Nukte di Tirkiyê de.