Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almanyayê hişdarî da rejîma Îranê

17:02 - 23 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Dewleta Almanyayê daxwaz ji rejîma Îranê kir ku dev ji piştevaniya girûpên terorîstî û pêkanîna aloziyan di navçeyê de berdin.

Li gora raporên belavkirî Zîgma Gabriyêl Wezîrê Derve yê Almanyayê roja Duşemiyê daxwaz ji rejîma Îranê kir, ku pêsîra welatên Îraq û Sûriyê berde, û êdî tundûtîjiyan di vî welatî de nevegeşîne.

Gabriyêl ew gotin di konferanseke çapemeniya hevbeş de, digel Can êf Lodiryan Wezîrê Derve ê Fransayê kirin. Wezîrê Derve ê Almanyayê herwisa ragehand ku pêwîste rejîma Îranê dev ji piştgiriya wan çekdarane berde, ku di Îraq û Sûriyê de çalakiyan dikin.

Navbirî bas ji vê kir ku: Ew girûpane asayişa Îraq û Sûriyê têk dane, û rê nadin ku ewlehiyê bi xwe ve bibînin. Di vê derheqê de Trump di konferanseke çapemeniyê de, li Îsraîlê bas ji vê kiriye ku pêwendiyên dîplomasî û alîkariyên di navbera Amrîka û Îsraîlê berdewam dibin, û got jî, rejîma Îranê ne tenê di navçeyê de, belkû di asta cîhanê de jî palpişt û piştevanê terorîzmê ye, û pêwîst e ku di navçeyê de jî, pêşiya liv û tevgerên Îranê bihê girtin.

Di heyama çend salên borî de, destêwerdanên rejîma Îranê, di çarçoveya alîkariyên çek û teqemeniyan, aborî, perwerdehiya leşkerî ya endamên girûpên milîşayan û herwisa zêdekirina bandên ajantiyê di welatên navçeyê de bi ronî derketine.