Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Îtila`atê gef li malbateke qurbaniyên sala 1988`an kir

16:08 - 24 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Saziya Lêborîna Navneteweyî ragehand ku Meryem Ekberî Monferid ku di girtîgehê de ye, gef lê hatiye xwarin ku dev ji şopandina dosiyeya îdama xûşk û birayên xwe di dehka 1980`î de berde, hekî wisa neke, wê hepsa wê bihê dirêjkirin.

Wezareta Îtila`atê ji riya Hesen Ce`iferî hevjînê Meryemê ve ew gef li Meryemê xwariye.

Meryem Ekberî di destpêka Zivistana sala 1388 (2010)`an de, hate girtin û bi 15 salan girtinê mehkûm bû, û di dema destbiserkirinê de, mafê mifahwergirtina ji îzinwergirtinê tunebûye.

Navbirî piştî belavbûna fayla bideng ya Ayetullah Muntezirî di havîna sala derbazbûyî de, di dozgeriya Tehranê de, gilînameyeke li dijî berpirsyarên girtîgeha Êvînê nivîsand, û daxwaza lêkolîna li derheq îdama xûşk û birayên xwe û eşkerekirina cihê veşartina termê wan kir. Ew fayla bideng ya hevdîtina Muntezirî pêwendî bi hevdîtina Muntezirî digel endamên girûpa Merg ya sala 1988`an ve heye.

Muntezirî di vê hevdîtinê de, rû li Murteza Işraqî serdozger, Husên`eliyê Neyirî Hakimê şer`i, Îbrahîm Reîsî alîkarê serdozger, û Mustefa Pûrmihemedî nûnerê Îtila`atê di Êvînê de dibêje ku ew îdamane, cinayetên herî mezin yên Komara Îslamî ne, û dîrok wê wekî cinayetkar bas ji we bike. Îbrahîm Reîsî îsal kandîdê serkomariyê bû, û Mistefa Pûrmihemedî jî Wezîrê Dozgeriya Rûhanî bû.