Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump: Îran daxwazkarê jinavbirina Îsraîlê ye

16:09 - 24 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê got ku heya wê demê ku ez serkomarê Amerîkayê me, ez nahêlim ku Îsraîl derbê bixwe.

Trump roja borî derheq Îsraîlê got ku Hemas û Hizbullah gefek in li dijî ewlehiya Îsraîlê, û ew yek nahê qebûlkirin.

Wî got ku Hizbullah û Hemas girûpên terorîstî ne, û got ku em li rex hevalbendên xwe ne, û em îznê nadin, ku hevalbendên derbê bixwin.

Wî herwisa bas ji lihevkirina Amerîka û Îsraîlê bo firotina çek û teqemeniyên nû kir, û ragehand ku tevî piştgiriya ji Îsraîlê, em daxwazkarê pêkanîna aştiyê di vê herêmê de ne.

Wî herwisa bas ji hevdîtina xwe ya berê ya bi serokê Deshilata Xwebirêveber ya Felestînê jî kir, û got ku wî bi Mehmûd Ebas re axivî ye, û ew jî daxwazkarê gihîştina bi aştiyê ne.

Wî derheqê Îranê de jî got ku me hereketa Îranê ya bo aliyê çekên navikî ragirtiye. Û emê piştevaniya wan ya ji terorîzmê jî ragirin, û qet Îran nikare bibe xwediyê çeka navikî.

Wî daxwaz ji peyrewên hemû dînên akincî li Orşelîmê de kir ku nakokiyên xwe yên di nav Orşelîmê de danên aliyekî, û bîr ji aştiyê bikin.