Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî Nîştîmanperwer li bajarê Selmasê Koça axiretê kir

20:43 - 27 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Mamosta Mela Se’îd Rehber rûniştiyê gundê Melhem a ser bi bajarê Selmasê, kurê Mela Ebdulrehman Rehber çû ber dilowaniya Xwedê.

Navbirî xwe û malbata vî nîştîmanperwer bûn, û bi dirêjiya temenê xwe li xizmeta gel û nîştîman de bû.

Tirbê Mela Se’îd Rehber, di nava girseya xelkê dewerê de bi axa nîştîman hate teslîmkirin.

PDKÎ sersaxiya xwe li malbat û xizm û kesûkarên navbirî dike, û xwe li xem û kovanên wan de, hevpar dizane.