Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûhanî ragehandiye ku wî pirojeyek heye bo kêmkirina bêkariyê

17:01 - 28 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Di demekê de ku Rûhanî bas ji hebûna pirojeyeke xwe bo kêmkirina nirxa bêkariyê dike, Navenda Hevahengiya Şêvrên Îslamî ên Kar ên Îranê, ew piroje li dijî yasayê bi nav kiriye.

Sekreterê Navenda Hevahengiya Şêvrên Îslamî ên Kar ên Îranê ragehandiye ku ku Rûhanî roja 11`ê Banmerê qewl da kedkaran, ku dewlet dest bi cîbicîkirina gellaeya reforma yasaya kar bike, û ewlehiya kar a kedkaran garantî bike, lê niha berevajî Rûhanî dest bi cîbicîkirina pirojeyeke din dike.

Mihemed Ekberniya birêveberê giştî ê peydakirina kar a ser bi Wezareta Kar û Rehetiya Civakî ragehandiye ku di vê pirojeya Rûhanî de, Xwendekarên ku ders bi dawî anîne, wê bi kargehan bêne nasandin, û piştî 4-6 mehan perwerdehiyê, wê 1 li ser 3 ya aliyê herî kêm ê heqdestê xwe wê wergirin.

Lê Hebîbî sekreterê giştî ê , Navenda Hevahengiya Şêvrên Îslamî ên Kar ên Îranê, ragehandiye ku ew karê Rûhanî rêkxirawên kedkarî ji nav dibe, û kedkaran ji piştevaniyê hiqûqî, di navendên diyarîkirin û çareseriya kêşeyan bêpar dike.

Dewletê ragehandiye ku armanca wan ji vî karî kêmkirina bêkariyê ye.

Larîcanî serokê Meclisa Îranê jî, salekê berî niha nirxa bêkariyê ya kesên dersa xwe bi dawî anîne, %42 ragehandibû. Navenda lêkolîna meclisê jî meha Banemerê belav kir ku ji 3 milyon û 200 hezar nifûsa bêkar a Îranê, 1 milyon û 800 hezar kesî xwendina zankoyê hene.

Texmînên binyatên dewletî jî nîşan dide ku di çar salên bê de, aliyê kêm 5 milyon kes wê dersa xwe bi dawî bînin û, wê ji kar bigerin.