Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji hêzên leşkerî ên rejîma Îranê li Urmiyê hatin kuştin û birîndarkirin

17:04 - 28 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Di şer û pevçûnên di navbera hêzên leşkerî ên rejîmê û kesên nenas de, hejmarek ji pasdarên rejîmê hatin kuştin û birîndarkirin.

Nûçegihaniyên rejîma Îranê roja Înê 6`ê Cozerdanê di raporekê de, belav kirin ku di şer û pevçûnên di navbera hêzên leşkerî ên rejîmê û kesên nenas de, hejmarek pasdarên rejîmê hatin kuştin û birîndarkirin. Di vê raporê de hatiye ku du kes ji hêzên rejîmê hatine kuştin û heft kesên din jî birîndar bûne.

Di vê raporê de, hatiye ku bew neh pasdarên rejîmê di dema geriyana li ser sînorê Urmiyê de rastî êrîşekê hatin.

Berpirsyarên rejîmê nasnameya kuştiyên xwe eşkere kirin ku navên wan Sergurd Mihemedriza Fîrozî fermandê girûhana sînor ya Ziyayî, û Istowarê duyem Mihemediriza Ferehî ye. Herwisa nasnameya wan heft kesên din jî, ku birîndar bûne weha ragehandiye: Girûhbanê yekem Emîn Mîrzayî, Istuwarê duyem Riza Nî`imetî, Girûhbanê yekem Mistefa Besîr, Serbaz Husên Qehremanî, Serbaz Hadî Eslanî, Serbaz Se`îd Teqîlû û serbaz Siyamek Mihemedî ragehandiye. Heya niha çi kes û aliyekî berpirsayteiya vê êrîşê negirtiye stûyê xwe.