Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di çend bajarên Îranê de, civînên nerazîbûnê bi rê ve çûn

22:13 - 28 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Piştî talankirina milk û samana xelkê ji aliyê navendên Tusi`e û Arman û Kaspiyen di çendîn bajarên Îranê kombûnên nerazîbûnê bi rê ve çûn, û tê de neraziyan êrîş kirin ser binkeyên fermî yên van navendan.

Li gora dawî nûçeyan, roja Şemiyê 6`ê Cozerdanê xelkê nerazî li bajarê Ehwazê li pêşberî liqa Gulistan a navenda malî ya Tus`êyê Ehwaz li hev civiyan, û tevî nerazînîşandana di hemberî qurtkirina pere û samana wan, daxwaz kirin ku perê wan bidin wan.

Herwisa xelkê nerazî li Loristan û li bajarên Kûhdeşt û Dorû li pêşberî liqên navenda malî ya Arman roja çarşemiyê 3ê Cozerdanê civiyan, û diruşmên wekî mafên me bidin, û perê me bidin, digotin.

herwisa li bajarê Dolfan û Xuremava ya Lurdistanê bi sedema berdewmaiya qeyranê, komeke berçav ji xelkê nerazî tevî agirberdana lastîkan, li pêşberî navenda baskirî kom bûn.

Heta meşên nerazîbûnê ên xelkî, serdozgeriya Elîgûderz neçar kir ku biryara girtina serokê liqa navenda Arman div î bajarî de derbike.

Di çend rojên borî de, li bajarên Gurgan û Ehwaz û Sarî û Zabol û Zahodanê, nerazîbûnên bi vî rengî bi rê ve çûne.