Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reîsî cardin daxwaza pêregihîştina bi pirsa firtûfêlên di hilbijartinê de kir

16:06 - 29 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Reîsî dewleta Rûhanî tohmetbar kiriye bi vê ku, wan saxtekariya muhendisîkirî cîbicî kirine, û ragehand ku pêrenegihîştina Civata Pararastina Destûrê bi van saxtekariyan derbê digehîne hitbara xelkê.

Reîsî bas ji vê kiriye ku Rûhanî ji îmkanatên dewletî bo piropagendeya hilbijartinê mifah wergirtiye, û wekî mînak îşare bi dana yaraneya kesên ku yaraneya wan hatibû qutkirin, û dana deynê çendîn sale ê cotkaran di şeva hilbijartinê de, û tohmet û boxtankirina rojnameya Îranê li rikeberan, û kandîdbûna cîgirê yekem ê serkomar bo berevanî ji dewleta Rûhanî kiriye.

Di hemberî wan tohmetan, pêştir Hesen Rûhanî jî navendên di bin çavdêriya rêberê rejîmê de, bi taybetî Spaha Pasdaran, Astana Quds a Rezewî, û Saziya Deng û Reng û Dezgeha Qezayî bi detsêwerdana di hilbijartinê de di berjewendiya Reîsî de tohmetbar kiribû.

Ji aliyekî din ve Hesen Rûhanî Civata Parastina Destûrê jî tohmetbar kiriye ku bi razîbûna bidirengî digel nivîsîna jimareya karta millî di cihê nav û naznavê dengderan, û pêşiya jêhelçûna dengan heya sînorê 28 milyon dengî girtiye.

Lê berdevkê Civata Parastina Destûrê ragehandiye ku di vê derheqê de, gellek zanyariyêm nerast dane Hesen Rûhanî. Herwisa Ayetullah Mihemedelî Miwehidiyê Kirmanî jî di civîna CIMNA`yê de ragehand ku dengên Îbrahîm Reyîsî hemû helal in, û ew îdia anî pêş, ku hekî firtûfêl nebûnaya, renge dengên Reyîsî ji 16 milyonî gihîştiba 19 milyonî.

Wezareta Navxwe di bersiva bi sekreterê giştî ê Civaka Rûhaniyeta Xebatkar de daxûyaniyek weşandibû, û ew pirs anîbû gorê, ku gelo bingeha diyarîkirin û kifşkirina dengên Heram ji Helal çi ye. Vê wezaretê ragehadibû ku baskê rastê tundrew ewlehiya neteweyî têk dide.