Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

1800 ruhanî bi armanca mêjîşûştina mesebî, bo Kirmaşanê hatin şandin

22:00 - 29 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Digel berfirehbûna pêla nasnamexwaziya ciwanên Kirmaşanî û formgirtina hereketên xelkî ji bo bidestveanîna mafê neteweyî ê Kurdan, di vê parêzgehê de, û zêdebûna rojbirojê ya hatina nivşa nû bo nava partiyên Kurdî û dijberî rejîmê, hikûmeta Îranê dest kiriye bi kiryarên xapînok û pirr ji nakokî di Kirmaşanê de.

Li ser bingeha nûçeyên ku belav bûne, Saziya Piropagendeya Îslamî a Kirmaşanê, bas ji şandina 1 hezar û 800 piropagendekarên mesebî di herêmên curbicur ên Kirmaşanê de kiriye.

Mocteba Beyat di gotûbêja bi nûçegihaniya Mêhr re, di derbarê hejmara piropagendekarên şandî bo herêmên curbicur ên Kirm,aşanê, got: Bi şopandina micid û berdewam ku berî meha Remezanê bû, digel teblîxata Qumê derheq hewcehiyên parêzgehê, me karî em 1800 piropagendekaran amade bikin.

Kirmaşanê wekî yek ji bajarên herî pirr heşîmet ên Kurdistanê zaravayên curbicur û mesebên curbicur tê de hene, û armanca bernameyên pirr ji nakokî ên hikûmeta Îranê bûye da ku bikarin I vê riyê ve tevera netewyeî ya Kurdan ji rê derxînin.

Şandina piropagendekarên mesebî bo herêmên curbicur ên Kirmaşanê ku xwediyê nifûseke berçav ji Kurdên Yarsan e, armancdar e. Kurdên Yarsan rewûa wan ya malî nebaş e, û hikûmet dixwaze bi girêdayîkiirna wan bi xwe û mesebê xwe, pêşiya meşên wan ên nerazîbûnê û tevlîbûna wan bi tevgera neteweyî demokratîk a Kurdistanê bigre.