Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derheqê Osman Baydemîr de biryara binçavkirina hat deranîn

15:34 - 31 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Li gorî zanyariyên berdest, derheqê Berdevkê HDP`ê û parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Osman Baydemîr ragihandiye ku biryara binçavkirina wî hatiye dayîn. Baydemir gotiye: “Hîn ez ji naveroka dozê ne agahdar im. Lê ez ê karê xwe yê parlamentoyê betal nekim. Ez ê karê xwe berdewam bikim, û çi ji destê wan tê bila bikin.”

Piştî ku parêzbendiya parlamenterên HDP`yê hat betalkirin, gellek parlamenterên HDP`yê hatin desteserkirin, ku di nav wan de, hevserokên HDP`ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, û berdevkê HDP`yê Îdrîs Balûken û parlamenterên HDP`yê Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gûlser Yildirim, Ferhat Encû û Abdullah Zeydan hebûn.

Niha jî hevserokên HDP nehatine berdan, û di girtîgehê de ne.

destbiserkirina van hemû parlemanterên HDP`ê bûye sedema nerazîbûna navendên parastina mafê mirovan di ser asta herêm û cîhanê jî, û heta YE û Amerîkayê jî dertengbûna demokrasiyê û pêla girtinan di Tirkiyê de bi tundî rexne kirin, û ragehandin ku ew yek pêşiya berfirehbûna demokrasiyê di Tirkiyê de digre, û dibe hikûmeta Tirkiyê mafê mirovan berçav bigre. Ew kar û kiryarên hikûmeta Tirkiyê bûne sedema vê ku YE jî hewlên bo endametiya Tirkiyê bisekinîne, û pêwendiyên herdu aliyan sarbûneke zêdetir bi xwe ve bibîne.