Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dixwaze “Binyata Elewî” hiloşîne

15:58 - 31 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Parêzerekî “Binyata Elewî” di Amerîkayê de, bi endamên heyeta dadperwer (munsife) a dadgehekê di wî welatî de got: “Amerîka dixwaze dest bi ser vê avahiya bilind ya ser bi Binyata Elewî de bigre”.

Li gora nûçegihaniyan, Amerîka dibêje ku vê avahiya ser bi “Binyata Elewî” tehrîmên aborî ên Amerîayê dewr lêdane, lê ew binyat vê yekê ret dike.

Amerîka dixwaze ku vê avahiyê bifiroşe, û dahata wê jî, bide malbatên wan kesên ku di pirsa dosiyeya goriyên terorê de, dawaza zêdetir ji 5 milyard Dolarî ji Îranê kirine.

Amerîka hewl dide ku çendîn avahiyên din jî di hinek ji eyaletên Amerîkayê, ji destê Binyata Elewî derxîne, ew binyat piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê hate avakirin, û buhayê wê di sala 1989-an de, 83 milyon Dolar bûye.