Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

20:56 - 24 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Mam “Qadir Me’irpf” bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemiyê 28’ê Sermaweza 1395’an, mam Qadir Me’irûf bavê şehîd Mistefa Me’irûf di temenê 85 saliyê de çû ber rehmetê.

Mam Qadir kesayetiyekî xweşnav ê navçê bû, û heya dawî henaseya xwe, emegdar ma bi rêbaza kurê xw eyê şehîd.

Şehîd Mistefa Me’irûf li gundê “Cûce Gellal” a ser bi bajarê Mehabadê ji dayîk bû, navbirî pêşmergê PDKÎ bû, ku di şerekî qehremanane de li ser bilindahiyên “Zawaûbûkan” li roja 5’ê Pûşpera sala 1361’an de şehîd bû.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karê navbirî, û xzwe di xema wan de bi şirîk û hevbeş dizane.