Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Muntezirî: Rûhanî! Rêz ji xelkê Îranê bigre

21:09 - 31 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Ehmed Muntezirî kurê Husên`Eliyê Muntezirî, danîna Mistefa Pûrmihemedî di kabîneya dewletê de wekî bêhurmetiya bi xelkê Îranê bi nav kir.

Di gotûbêjekê de digel kempeyna navneteweyî ya mafê mirovan di Îranê de, Muntezirî got: Rûhanî dibe ku rêz ji bo xelkê Îranê danê, û danîna Wezîrê dozgeriyê ê kabîneya berê, bêhurmetiya bi xelkê ye.

Mistefa Pûr Mihemedî endamê desteya 4 kesî ya naskirî bi “Heyeta Merg” û nûnerê wê demê ê Wezareta Îtila`atê bû, ku çarenûsa çendîn hezar girtiyên siyasî di sala 1988`an de diyarî dikir, û cinayetên wê salê ser navê xwe tomar kirin.

Navbirî di bersiva xweşxizmetiyên bo rejîmê û encamdayîna dehan cinaytên li dijî azadîxwazên Îranê, di salên di navbera 1384`an heya 1387`an, Wezîrê Dozgeriyê yê kabîneya Hesen Rûhanî bû.

Hesen Rûhanî di demekê de dixwaze ku Pûrmihemedî bike yek ji endamên kabîneya xwe ku di dema piropagendeya xwe de bona vê ku bibe serkomar, ragehandibû: Xelk kesên wisa naxwazin ku 38 salan tenê biryara îdam û girtinê dane.

Rûhanî di demekê de ew axavtin dikirin, ku li gora amarên tomarkirî di navenda amara Ajansa Kurdpayê, di çar salên borî de, û tenê di Kurdistanê de, 1290 mînakên binpêkirina mafê mirovan hatine tomarkirin.