Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di encama ketina hîlîkoptereke Tirkiyê de 13 kes hatine kuştin

15:08 - 1 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Helîkoptereke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê li Şirnex a Bakûra Kurdistanê kete xwarê, û jeneralek û 12 efser tê de hatin kuştin.

Li gorî nûçeyan ew helîkoptera Artêşa Tirkiyê li devera Şenoba ya ser bi parêzgeha Şirnexê ketiye xwar.

Artêşa Tirkiyê jî derheqê bûyerê de, daxuyaniyek da, û ragehand, ku di bûyera ketina helîkoptera leşkerî ya li Şirnexê de, 13 serbazên wan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku di bûyerê de, jeneralek Artêşa Tirkiyê û 12 efserên din ên pilebilind canê xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê gotiye, ku helîkopter bi têlên xeta bihêz a elektirîkê ketiye, û ji ber wê sedemê helîkopter ketiye.

Roja 18`ê Gulanê jî hîlîkoptereke polîsê Tirkiyê di parêzgeha Tuncelî ya rojhilata Tirkiyê de kete xwar ku 12 kesên tê de jiysns xwe ji dest dan.

Di meha Adarê de jî hilîkoptereke Tirkiyê kete xwar ku heft kes tê de bûn, û çar ji wan Rûsî bûn, û her hemû jî di vê bûyerê de hatin kuştin. herwisa di meha Tîrmeha sala borî de jî hilîkoptereke leşkerî di parêzgeha Gîrîson li bakûra rojhilata Tirkiyê bi 15 rêviyan ve kete xwar, ku 7 ji wan hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.