Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiya Mistefa Hicrî derheq koça dawiyê ya Ezîz Mihemed

15:50 - 1 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ derheq koça dawiyê ya Ezîz Mihemed sekreterê pêşîntir ê Partiya Şiyû`î peyameke hevxemiyê belav kir.

Deqa peyamê:

Peyama sersaxiyê ya sekreterê giştî ê PDKÎ derheq koça dawiyê ya heval Ezîz Mihemed


Koça dawiyê ya mamosta Ezîz Mihemed sekreterê pêşîntir ê Partiya Şiyû`î a Îraqê û kesayetiyê mezin û navdar ê biyavê kurdîniyê, ji bo hemû wan kesên ku ew rêzdar nas dikirin, û şarezayî li ser derbazbûyiya dehan salî ya xebat û têkoşîna bê rawestiyan û mandînenasane ya wî hebûn, nûçeyeke tal û bijan bû.

Bi koça dawiyê ya vî rêzdarî, Kurd bi giştî xebatkarekî mezin ê riya aştî û biratiya xwe ji dest da, jiber ku ew yek ji wan xebatkaran bû ku bi zehmet cihê wî pirr dibe, lê bo me wekî PDKÎ, koça dawiya ya wî, ji bilî vê yekê, xisara jidestçûna dost û xemxorekî dehan salî bû, ku di pêkanîna pêwendiyeke kûr û berdewam ya biratiyê di navbera Partiya Şiyû`î û PDKÎ de roleke berçav hebû, pêwendiyek ku heya niha jî di vegeşînê de ye.

Bi boneya vê xisara mezin, em sersaxiyê dibêjne xwe, Partiya Şiyû`î a Kurdistanê, û endamên malbata vî mamostayê mezin, û hemû dost û hevalên wî, û xwe di xema jidestdana wî de beşdar û hevpar dizanin.

PDKÎ
sekreterê giştî
Mistefa Hicrî

11.03.1395
01.06.2017