Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî spaha terorîstî ya pasdaran di şerê Sûriyê de hate kuştin

16:57 - 6 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Fermandeyekî din ê Spaha Pasdaran a terorîst di Sûriyê de hate kuştin.

Li gora raporên belavkirî, Mihemed Husênî, fermandarê tîpa naskirî bi Fatimeyê Zehra, ser bi spaha terorîstî ya Pasdaran a rejîma Îranê, di navçeya Eltenef a sînorê welatê Urdon û Îraqê de hate kuştin.

Ew pasdarê terorîst roja 14`ê Cozerdanê, bi sedema teqîna mînê hate kuştin. Di heyama rojên borî de, çendîn endamên spaha terorîstî ya Pasdaran di şerê Sûriyê de hatine kuştin.

Herwisa nûçegihaniyên rejîma Îranê bas ji vê dikin ku 6 pasdarên din ên vê rejîmê jî ku ji bo palpiştiya ji rejîma Beşar Esed di şerê Sûriyê de beşdarî kiribûn, di şer û pevçûnên vî welatî de hatine kuştin.

Heya niha bi hezaran pasdaraên rejîmê di Sûriyê û derdorê de hatine kuştin. Karnas bas ji vê dikin ku rejîma Îranê serbarê vê ku têçûneke zaf ya madî û me`inewî di Sûeiyê de xerc kiriye û dike, ew hemû kuştî jî dane.