Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdeter ji 2 li ser 3 a nifûsa Çabiharê bê ava vexwarinê ne

15:41 - 7 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Serperestê fermandariya Çabiharê, Eyûb Derwêşî ragehandiye ku 400 gundên vê şaristanê bêy şebekeya ava vexwarinê ne.

Wî ragehand ku bi riya tankeran, ava vexwarinê bi ser xelkê de tê parvekirin, û her rojê her yek ji akinciyên vê herêmê tenê 15 lîtr av ber wan dikeve.

Wî got ku ji 283 hezar kes ji xelkê şaristana Çabiharê %79 bê ava vexwarinê ne, û tenê %21 ji nifûsa gundên Çabiharê ava paqij ya vexwarinê hene.

Sîstan û Belûçistan di salên borî de, zêdetir ji navçeyên din ên Îranê, digel kêşe û kirîza hişiksalî û bêaviyê berbirû bûye.

Dewleta Rûhanî çar salan berî niha qewl dabû ku bi danîna 2.5 milyard Dolarî ji cihê sindûqa vegeşîna neteweyî, kirîza bêaviyê çareser bike, lê ew qewlê xwe cîbicî nekir.

Di rojên derbazbûyî de, digel zêdebûna pileya germê di Sîstan û Belûçistanê de, nûnera û kesayetiyên mesebî daxwaza girîngîdana zêdetir bi vê navçeyê kirin.

Li ser bingeha Saziya Bername û Bûdceyê, Sîstan û Belûçistan di warê pîvanên vegeşîna aborî û civakî yek ji parêzgehên herî bê par ên Îranê ye.