• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-11-22 / 1396-09-01   

Bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

2017-06-07 / 1396/03/17 - 17:43 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir
Kurdistanmedia: Îsma`îl Muqedesî bavê şehîdekî PDKÎ koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, şeva Sêşemiyê 16`ê Cozerdanê Kak Îsma`îl Muqedesî kurê Mihemed Sadiq û bavê şehîd Es`ed Muqedesî xelkê gundê Boriyer li navçeya Jaweroya Sewlawa di temenê 80 saliyê li bajarê Sine koça dawiyê kir.

Navbirî kesayetiyekî kurdperwer û dilsojê gel û nîştimana xwe bû, navbirî bi sedema vê ku bavê şehîdê fermandê cesûr û hilkevtiyê hizba me şehîd Es`ed Muqedesî bû, gellek caran ji aliyê rejîmê ve dikete ber azar û eziyetê.

Navbirî heya dema koça dawiyê wefadar bû, bi hizb û rêbaza kurê xwe, û hertim zimanhalê hizba xwe bû.

Termê navbirî bi beşdariya kesûkar û xelkê derdora bajarê Sinê li Sûraîzeya rex bajarê Sine , sibezûya roja Çarşemiyê 17`ê Cozerdana 1396`an, bi axê hate spartin.

Şehîdê fermande Es`ed Boriyerî di sala 1344`an de, li gundê Boriyer a Merîwanê ji dayîk bûye.

Navbirî di rêkevt 29`ê Cozerdana 1375`an di şer û pevçûna li dijî dagîrkerên Kurdistanê, li çiyayê Şaho piştî şerekî qehremane tevlî karwanê şehîdan bû, û her di çiyayê Şaho de bi axê hate spartin.

Şehîd Es`ed Muqedesî di refên PDKÎ de pileya fermandeyê desteya komando bû. PDKÎ sersaxiyê dibêje xizm û kes û karê navbirî û xwe şirîkê xema wan dizane.

بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 313 Dî wê hejmarê de:

-Hevpeyvînek digel sekreterê giştî ê PDKÎ derheq stratejiya nû ya Amerîkayê di hemberî Îranê de
-Rewayiya çek û rewayiya xelkê
-Şikesta Kerkûkê destpêka rabûneke din