• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-11-24 / 1396-09-03   

Bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

2017-06-08 / 1396/03/18 - 14:13 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir
Kurdistanmedia: Mam Xidir Badoyî bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia yê, roja Înê 12`ê Cozerdanê mam Xidir Badoyî (Cacoyî) xelkê gundê Mastekan a ser bi navçeya Biradost a ser bi bajarê Urmiyê û bavê şehîdekî PDKÎ bi sedema pîrbûnê koça dawiyê kir.

Mam Xidir Badoyî di van salên dawiyê de, ku kurê wî, şehîd Siracedîn pêşmergê PDKÎ bû, û piştî şehîd bûna wî jî, berdewam ji aliyê dem û dezgehên serkutkar ên rejîmê ve dihate azardan.

Navbirî berdewam şanazî bi kurê xwe ê pêşmerge ve dikir û di hember dijmin de tu carî serî netewand.

Şehîd Siracedîn Badoyî, di sala 1365`an bi sedema encamdana emeliyatekê li dijî hêzên rejîmê li navçeya Serdeştê, bi çek ve refên xizmeta leşkerî a rejîmê bi cih hêla, û xwe gehande hêza pêşmerge di navçeya Serdeştê, û piştre jî di hêza Agirî li şimala Kurdistanê de hate birêkxistinkirin.

Şehîd Siracedîn di heyama pêşmergtaiyê de, beşdarî kir di dehan destanên mêrxasiyê de, û carekê jî di şer de birînda bû.

Ew yek ji pêşmergeyên qehreman ên PDKÎ bû, ku destpêkê wekî cihgirê serpel û piştre wekî fîlmhilgirê melbenda Şimal xizmet dikir, ku mixabin li roja 31`ê Xermanana sala 1373 (1994)`an digel heval Selman Kûhî kadrê komîte şaristana Selmasê li nêzî gundê Dêrê a geliyê Berdereş ketin ber destrêja xwefiroşekê û hatin şehîdkirin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên navbirî û xwe di xema wan de hevpar dizane.

بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 314 Dî wê hejmarê de:

-Erdheja siyasî
-Şikesta Kerkûkê dawiya rê nine!
-Pêşmercê serkevtinê, yekrêzî û pêkvebûn e