Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

UNISEF: Canê zêdetir ji 40 hezar zarokan di metirsiyê de ye

16:07 - 10 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: UNISEF`ê roja Înê di Jinêvê de ragehand ku gellek zarok di metirsiyê de ne, û gellek ji wan jî, niha di encama şer de birîndar bûne.

NY berî niha hin rapor belav kiribûn li ser êrîşa DAÎŞ`ê li dijî kesên ku Reqayê bi cî dihêlin. Di dema êrîşa HSD`ê li dijî DAÎŞ`ê bi sedan kesî ji xelkê vî bajarî di dema revê de ji aliyê DAÎŞ`ê ve hatine kuştin.

Di bajarê Reqe û derdora wê de, nêzî 200 hezar kesî dijîn, ku piraniya wan Erebên Sunî ne, û di nava wan de Mesîhî û Kud jî hene.

Li ser bingeha amarên NY di Reqe de niha 160 hezar kes dijîn. Berî destpêkirina şer di Sûriyê de, nifûsa Reqe 300 hezar kes bû. Reqe ji meha Ut a sala 2014`an ve di destê DAÎŞê de ye, û wekî binkeya serekî ya xilafeta DAÎŞê tê hesibandin.

HSD`ê niha êrîşeke berfireh li ser Reqe dest pê kiriye, û ketine nava kolaneke vî bajarî de, û niha şer û pevçûneke giran heye.

Li ber van şer û pevçûnan, wekî bajarê Mûsilê, jiyana gellek zarokan di metirsiyê de ye, û dibin qurbaniyê şerekî, ku ne dest tê de hebûne û ne jî dikarin çarenûsa şer yekalî bikin. Lewra zarok di hemû şeran de qurbaniyê yekem in.