Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiyê daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku êdî êrîşî ser hêzên piştevanê Esed neke

21:21 - 11 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Wezareta Karê Derve a Rûsiyê ragehandiye ku Lavrov di pêwendiyeke telefonî ya bi Tîlirson hemkûfê xwe ê Amerîkayî re, daxwaz kiriye ku hêzên Amerîkayê êrîşî ser piştevanên Esed nekin.

Her du welatan hewlên xwe berdewam kirine da ku dawiyê bi pevçûnan di Sûriyê de bînin. Hevalbendiya navneteweyî bi rêbertiya Amerîkayê bo cara dawî di daxuyaniya 17-ê Cozerdanê de ragehand ku balafirên şer ên Amerîkayê êrîşî ser binkeyeke hêzên girêdayî dewleta Sûriyê kirin. Amerîkayê ragehand, ku wan hêzê Sûriyê dixwastin ku êrîşî ser vî cihî bikin ku fermandarên Amerîkayî û Birîtanî hinek ji hêzên opozisyonê li dijî DAÎŞê perwerde dikirin.

Di roja 28ê Banmerê de jî balafirên şer ên Amerîkayê êrîşî ser karwaneke arteşa Sûriyê û milîşên ser bi Îranê kiribûn.

Roja 18ê Cozerdanê jî Amerîkayê balafirekî pêger ya Beşar Esed xiste xwarê. Rûsiyê berê jî ragehandibû ku ew êrîşên Amerîkayê dikarin ku dawiyê bi rêçareya siyasî bînin. Rûsiyê û Îran ji piştevanên serekî ên Beşar Esed di Sûriyê de ne.

Her du aliyan bi beşdariya Tirkiyê hewl dane ku di gotûbêjên Astanayê de bi riya siyasî şer û aloziya di Sûriyê de bidawî bînin, lê heya niha jî hewlên wan nebûne sedema çareseriyeke siyasî, û opozisyona Sûriyê baweriyê bi Îran û Rûsiyê nake, û wan bi sedema serekî ya jinavneçûna deshilata Beşar Esed dizanin.