Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Baydemir: Helwesta Tirkiyê tall û bijehr e

16:13 - 12 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Piştî vê ku Tirkiyê helwesta xwe derheqê biryara referandomê de eşkere kir, HDPê bi tundî bersiva vê helwesta Tirkiyê da.

Osman Baydemir parlemanterê Kurd û berdevkê HDP helwesta Tirkiyê ya derbarê biryara referandomê de, bi helwestekî tall û bijehr bi nav kir.

Navbirî li ser referandoma serxwebûna Başûra Kurdistanê got: “A niha Başûra Kurdistanê xebat û amadekariya referandumekê dike. Ji her 4 aliyên cîhanê ve peyamên derbarê rêzgirtina ji îradeya gelê Kurd tên. Lê belê peyama Enqerê weke her car jehra mar e.Gelek vekirî û zelal dibêjim, mafên Tirk, Fars û Ereb çi bin, gelê Kurd jî weke xwediyê vê coxrafiya kevnar, ew maf ne kîm ne zêde heye”.

Osman Baydemir piştre bas ji îradeya Kurdan di Başûra Kurdistanê d ekir û got: “Eger birayên me yên li Başûra Kurdistanê bi rêya parlamentoya xwe, û bi riya partiyên xwe yên siyasî û bi îradeya xwe ya siyasî her biryarekê bidin, bila bidin, ya ku dikeve ser milê me, rêzgirtina ji wan e”.

Hêjayî basê ye piştî vê ku Tirkiyê çend caran alaya Kurdistanê di dema serdana berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê de, li rex alaya Tirkiyê danî, gellek ji çavdêrên siyasî ser vê baweriyê bûn ku ew yek tê wateya dijberînekirina Tirkiyê di gel egera biryara referandomê, lê her piştî vê biryarê derket ku helwesta Tirkiyê wekî ya Îranê helwesteke tund û nerênî ye.