Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Mafê Mirovan a Îranê: Em ji rewşa Suniyan di Îranê de nîgeran in

16:05 - 13 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Saziya Mafê Mirovan a Îranê bi weşandina daxuyaniyekê ragehand ku hin rapor belav dibin ku nîşan didin piştî êrîşên li Tehranê zexta li ser Suniyan zêde bûye.

Saziya Mafê Mirovan a Îranê tevî şermezarkirina bûyerên di Tehranê de, derheq kiryarên neyasayî, wekî îşkence, îfadeyên bizorî û îdaman hişdarî daye, û daxwaza dadgehîkirina tohmetbaran di dadgehên dadperwerane û eşkere de kiriye.

Vê saziyê pêdagirî kiriye ku îdamên bêreje, serkut û serederiyên neyasayî ji aliyê navendên ewlekariyê di herêmên etnîkî de, tenê tundûtîjiyê zêdetir dike.

Saziya Mafê Mirovan a Îranê ragehandiye ku piraniya wan kesên ku di Îranê de seba tohmetên wekî Miharbe û mufsido fi-erz têne îdamkirin, ser bi navçeyên etnîkî ne. Vê saizyê herwisa îşare bi îdama 25 girtiyên Sunî di girtîgeha Kerecê di havîna sala borî de kiriye, ku piştî dadgehîkirinên çend deqeyî ji aliyê dadgehên Inqilabê ve bi îdamê hatin mehkûmkirin. HRANA organa nûçeyan a Koma Çalakên mafê mirovan di Îranê de jî ragehandiye ku berpirsyarên girtîgeha Navendî ya Sineyê jî pêka selîqeya xwe lêpirsînê ji girtiyan dikin, û yên hevmesebê wan nebin, îşkence dikin.

Çalakekî medenî ê Belûç bi navê Hebîbullah Serbazî bi Saziya Mafê Mirovan a Îranê ragehandiye ku piştî êrîşên terorîstî ên Tehranê hêzên Spaha Pasdaran di navçeyên sînorî ên Sîstan û Belûçistanê de pêşiya xelkê digrin û bê sebeb wan azar didin.