Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de qatilên Behayiyekî tê berdan, û gellek Behayî rapêçî girtîgehê têne kirin

15:30 - 14 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Aliyê kêm heft Behayiyên parêzgeha Gulistanê rapêçî girtîgehê hatin kirin, û eva di demekê de ye, ku tohmetbarên kuştina hevwelatiyekî Behayî di Yezdê de, bi danîna wesîqeyê hate berdan.

Çar Behayiyên bi navên Meryem Dêhqan Yezdilî, Mojdê Zihûrî (Fehindij), Fereh Tebaniyan (Senayî) û Hûşmend Dêhqan Yezdilî, ku di sala 1394`an de, tevî bîst hevwelatiyên din ên Behayî di parêzgeha Gulistanê de, hukmên girtinê bi ser wan de hatibû sepandin, roja borî bi çûna hêzên rejîmê bo cihê akincîbûna wan hatin girtin.

Herwisa Şêyda Qidusî, Pûnê Senayî (Teymûrî), û Nazî Tehqîqî sê hevwelatiyên din ên Behayî ne, ku ji aliyê Îtila`atê ve hatin vexwandin bo îdareya Îtila`atê, da ku hukmên wan bi wan bê ragehandin.

Ji aliyekî din ve Civaka Cîhanî a Behayiyan jî bi derkirina daxuyaniyekê bas ji azadkirina du tohmetbarên di kuştin Ferheng Emîrî de kiriye.

Wan dun bikujan ragehandine ku wan seba vê ku Ferheng Emîrî Behayî bûye, kuştine, û di pilana wan de bûye ku gellek Behayiyên din jî bikujin. Azadiya tohmetbaran li gora hestyariyên cîhanî ên vê dosyeyê dikare nîşana eşkere ya bêdadiyê be, di Komara Îslamiya Îranê de.

Nûnera civaka Behayiyan di NY de bi navê Diyan Elayî dibêje: Biryara azadkirina du qatilên kesekî Behayî, karekî gellek xirab û cihê mixabiniyê ye. Çawa sîstemeke qezayî a dadperwer dikare du qatilên kesekî bêguneh seba baweriyên wî bikuje, û piştre jî bas ji hewla xwe bo kuştina Behayiyên din jî bike, lê ew kes bêne azadkirin.

Her di vê derheqê de tê gotin, ku yek ji berpirsyaran bi awayekî veşartî bi malbata Emîrî pêşniyar kiriye ku dev ji vê dosiyeyê û şikayeta xwe berdin, hekî ne, hûnê bikevin nava rewşeke xirab de.

Serbarê berdana van du bikujên kesê Behayî, qazî ragehandiye ku hekî malbata kesê Behayî dev ji dozvekirina li dijî van du kesan bernedin jî, cezaya qatilan, wê her cezayekî sivik be, jiber ku kesê ku hatiye kuştin ne Misilman e.

Yasaya cezayî ya Îranê diye û qesasê tenê bo Misilmanan û sê kêmaniyên dînî ên wekî Mesîhî, Kelîmî, û Zerdeştiyan qebûl dike, ku di yasya Bingehîn de îşare pê hatiye kirin. Ew yek bûye sedema vê ku Behyaî ji mafê xwe bi awayekî yasayî bêne bêparkirin, û rastî tundûtîjî û bêdadiyê bên.

Li gora gotina xanima Elayî, Kuştina Emîrî bi awayekî eşkere encama bi salan, piropagendeyên bikîn û tûjkirin û handana bo aliyê tundûtîjiyê li dijî Behayiyan di nava ragehandinên rejîma Îranê de ye.

Di van salên dawiyê de, hejmara fîlm û mijarên din ên dijî Behayî di Îranê de zêde bûne. Lêkolîneke ragehandinî ku ji aliyê Civaka Cîhanî a Behayiyan ve pêk hatiye, nîşan dide ku di navbera salên 2013-2016`an zêdetir ji 20 hezar mijarên bi vî rengî hatine belavkirin, eva serbarê sedan xutbeyên mesebî ye li sertaserî welat, li derbarê qedexeya rabinûrûniştina digel Behayiyan, û handana wan bo tundûtîjiyan li dijî Behayiyan.