Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daketin û şeqbûna erdê li Serdeştê jiyana hevwelatiyan xistiye metirsiyê de

16:13 - 15 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Bi sedema şeqbûna erdê li taxa “Nêzero” ya Serdeştê canê hevwelatiyên vê taxê ketiye metirsiyê de.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja 23 li ser 24`ê Cozerdanê, li taxa “Nêzero”ya Serdeştê jiyana sedan hevwelatiyan bi sedema daketin û şeqbûna erdê, ketiye metirsiyê de, û berpirsyarên pêwendîdar, tu pêngavekê di vê derheqê de hilnagrin, û kêşeyên wan çareser nakin.

Bi vê sedemê 30 malbat naçar bûne ku malên xwe bi cih bihêlin, û bi neçarî di nava xwendingeha “Risalet û Xedîcê Kobra” de akincî bûne.

Ew bûyer di demekê de ye ku rûniştiyên vê taxê, heyama çar salan berî niha daxwaz ji şaredariya rejîmê kiribûn ku çareseriyeke baş û bicî bo vê kêşeyê bibînin, lê ew daxwaza wan bê bersiv mabû.

Li gora raporên rejîmê 760 gundên parêzgeha Urmiyê, metirsiya erdhejê li ser e, lê tu hewlek ji aliyê binkeyên pêwendîdar ve bo dabînkirina pêwera parastîbûna van gundan nehatiye encamdan.

Li gora amarên rejîma Îranê, 2 hezar û 793 gundên vê parêzgehê li bin gefa bûyerên xwezayî de ne.

Dabînnekirina bûdceya pêwîst ji aliyê rejîma Îranê ve bo parastina gundên parêzgehên Kurdistanê ji bûyerên xwezayî dibe sedema vê ku zirarê bibînin, û ew yek ciyê nîgeraniya hevwelatiyan e.