Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiya teblîxî li bajarên Kurdistanê bo piştevaniya ji Rasanê bi rê ve çû

15:25 - 17 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ di çendîn bajarên Kurdistanê de, piştevaniya xwe ji Rasanê ducarî kirin.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, hejmarek ji endam û alîgirên PDKÎ, di salvegera destanrêsiya Qereseqelê de li gund û bajarên Kurdistanê, çalakiya teblîxî bo piştevaniya ji Rasanê bi rê ve birin.

Têkoşerên Demokrat li bajarê Şinoyê, bi armanca piştevaniya ji Rasanê, di vî bajarî de dest kirin bi çalakiya teblîxî û bi nivîsandina diruşmên li ser dîwar û kolanên vî bajarî, cardin emegdariya xwe bo rêbaza PDKÎ eşkere kirin.

Herwisa roja borî têkoşerên Demokrat li gundê Tengîser bi boneya salvegera şehîdbûna şehîdên Qereseqelê û rêzgirtina ji hemaseya wan qehremanên Demokrat çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Qehremanên Demokrat li gundê Tengîser wêneyê şeş şehîdên bajarê Şinoyê, rêziknameya PDKÎ, û ya Lawan, û kurte basek li ser jiyana Dr. Qsimlo û kurte basek li ser jiyana Qazîmihemed û Dr. şerefkendî belav kirin.

Roja 26`ê Cozerdana 1359`an tîmeke pêşmergeyên PDKÎ li bajarê şinoyê,li gundê Qereseqelê di dema encamdana karê siyasî û teşkîlatî ketin ber êrîşa hêzên nSpaha Pasdaran a terorîst û di şerekî qehremanane de, şeş pêşmergeyên PDKÎ şehîd bûn, û hejmareke berçav jî, ji caş û bikirêgirtiyên rejîmê hatin kuştin.