Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma vekirina baxçê zarokan a \"Pepûle\" di “Azadî”yê de, bi rê ve çû

15:30 - 17 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Di rêûresmeke bicoş de baxçê zarokan a Pepûle di kempa Azadî û bi beşdariya nûnerên rêkxirawa AVC International û hejmareke berçav ji endamên rêberiya PDKÎ û malbatên wan bi rê ve çû.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia ragehand ku êvariya roja Pêncşemiyê 25.03.1396`an di rêûresmekê de, baxçê zarokan a Pepûle bi vêdedana perdê li ser tabloya vê baxçeyê ji aliyê Havjîn Husênî keça Kak Barzan Husênî ve dest pê kir.

Piştre xanima Sirayna Niwêş bi nûnertiya vê rêkxirawê peyamek pêşkêş kir.

Navbirî destpêkê de, pîrozbahî li hemû zarokan û malbatên vê kempê kir, û herwisa bas ji vê kir ku wekî erkekê di hemberî zarokan, me ew kar encam daye, bona vê ku jiyaneke xweş bo wan dabîn bikin.

Wê di beşeke din ya axavtina xwe de spas û pêzanîna xwe ji hemû malbatan û wan kesan re şand ku bi awayekî mandînenasane û xwebexşane kar kirine.

Navbirî herwisa bas ji vê kiriye ku dabînkirina jiyana xweş ji bo zarokan cihê şanaziya me ye, û em berdewam dibin ser encamdayîna vî karê pîroz.

Di beşeke din ya vê rêûresmê de, bona spas û pêzanîn ji hewl û tekoşîna wan kesên ku xwebexşane kar kirine di vê pirojeyê de, diyariyek ji aliyê vê rêkxirawê ve, bi Selîm Zencîrî, Fereydûn Ezîmî, Tahir Pîre Omeranî û Xalid Derwîje hate pêşkêşkirin.

Piştre Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ çend gotinek pêşkêş kirin.

Şerefî di axavtina xwe de tevî spas û pêzanîna xwe ji vê rêkxirawê bo encamdayîna vê pirojeyê û cihekî diyar ji bo zarokan, hêvî xwast, ku hertim erk û wezîfeya xwe, li hemberî zarokan wekî nivşa pêşerojê bi başî bi cî bigehînin, û berdewam bin li ser birêvebirina pirojeyên bi vî rengî.

Cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ di beşeke din ya axavtina xwe de spasiya hemû wan kesan kir ku bi hewl û tekoşîna xwe di encamdana vê pirojeyê de xemsarî nekirine.

Di beşeke din ya vê merasimê de, ji aliyê Mela Ehmed Rehîmî berpirsê Komîsyona Komelayetî ya PDKÎ ve, lewheke rêzgirtinê pêşkêşî rêkxirawa AVC International hate kirin.

piştre ew park ji aliyê Hesen şerefî û Sirayna Niwêş ve bi awayekî fermî fate vekirin. Di vê merasimê de, çendîn stran bi zimanê Îngilîzî ji aliyê Tabiya Şopax ve hatin pêşkêşkirin.