Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkoşerên demokrat qewdên gulan li ser cihê destanrêsiya Şinoyê danîn

16:53 - 17 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ di salvegera şehîdên Rasanê de, qewdên Gulan di cihê şehîdbûna şehîdên Rasanê de danîn.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, têkoşerên Demokrta bona rêzgirtina ji qehremantiya şehîdên Rasanê li bajarê Şinoyê, û emegdariya xwe bi rêbaza wan, di salvegera şehîdkirina desteyek ji pêşmergeyên PDKÎ de qewdên gulan li cihê destanrêsiya wan de danîn.

Roja 26`ê Cozerdana 1359`an tîmeke pêşmergeyên PDKÎ li bajarê Şinoyê,li gundê Qereseqelê di dema encamdana karê siyasî û teşkîlatî ketin ber êrîşa hêzên Spaha Pasdaran a terorîst û di şerekî qehremanane de, şeş pêşmergeyên PDKÎ şehîd bûn, û hejmareke berçav jî, ji caş û bikirêgirtiyên rejîmê hatin kuştin.