Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirsa ji teqteqokan

23:10 - 21 Hezîran 2017

Kerîm Perwîzî

Spaha Pasdaran a rejîma Îranê roja Sêşemiyê 30`ê Cozerdanê ragehand ku Erebistanê kesên ser bi Spaha Pasdaran destbiser nekirine. Roja Duşemiyê jî ragehand ku şeva pêştir çend mûşek nav Dêrelzorê dane, û bi qewlê wan bi xwe, wan êrîşî ser binkeya terorîstan kiriye li Sûriye.

Erebistanê roja Duşemiyê ragehand ku çend gemiyên Spaha Pasdaran nêzî sekoya petrolê ya Mercan li kendavê bûne, ku ew yek ya Erebistên ye, û piştre wan jî gulle bi ser wan gemiyan de reşandine, û çend pasdar destbiser kirine, û du gemiyên din jî reviyane!.

Nûçegihaniyên navneteweyî jî roja Duşemiyê ragehandin ku êrîşa mûşekî hatiye kirin bo ser opozisyona Sûrî li Dêrelzorê, û riya êrîşa bejahî ji hêzên Beşar Esed re vekirî ye.

Ew bûyer hevdem in digel hingavtina balafireke Sûrî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve, û di wê demê de jî, Rûsiyê gef xwarine ku di navçeya şer di Sûriyê de, rêkevtina hêla pêwendiya taybetî digel Amerîkayê ragirtiye.

Guherîna nizamî û emniyetî li ser erd û di qada şer di navçeya Rojhilata Navîn de, bilez rû didin, û bûrkana şer, agirê wê zêdetir geş dibe.

Ger ser hemda xwe, tu ji bileziya bûyeran kêm bikî, û bi awayekî aramtir li wan wêneyan binêrî ku bilez derbaz dibin, hinek ratsiyên meydana berber

ekaniya hêzan eşkere dibe ku nabe li ber çavan bê windakirin.

Di Tehranê de, ewlehiya rizî ya rejîma Îslamiya Îranê û fişefişa Spaha Pasdaran ketiye metirsiyê de, û Ramboyê Komara Îslamî ku her rojê li cihekî Îraq û Sûriyê wêneyên wê belav dibin, ku gotina ewlehiya “herem”an diparêze, derket ku ew jî poldaqek
betal e, û nekarî ewlehiya meclisê û qebrê avakerê rejîma wan biparêze.

Xamineyî ku heybeta wê ya derevîn kete metirsiyê de, dest bi vir û derevan kir ku gotina ew dixwazin êdî digel terorîzmê şerê dawiyê bikin, eva di demekê de ye, ku terorîzm çi

Şî`e û çi jî Sunî ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hatiye vegeşandin.

Lê bûyerên di asta giştî ya navçeyê de tişteke din dibêjin, û tenê di asta vê êrîşa li ser meclisê û qebrê Xomênî û dijkiryarên wê de kurt nabin, belkû hevkêşeya hêzê di navçeyê de cardin dadirêje.

Hinek çavkanî bas ji vê dikin ku ew mûşekên ku gotina Spaha Pasdaran avêtina Dêrelzorê, di rastî de binkeya mûşekî ya Rûsiyê di Hemedanê de, di bersiva êrîşa Amerîkayê bo ser balafirên Sûriyê avêtine, û alîkariya hêzên Beşar Esed dane da ku nêzî sînorê Îraqê bibin.

Parçeyên vê pazêlê, di Rojhilata Navîn de hêdî hêdî tekmîl dibin, û welatên Erebî zextê dixin ser Qeterê, ku digel wan hevaheng be, û asta girjiya ewlehî û leşkerî di navbera Erebistan û Îranê de bilind dibe, û di Sûriyê de, hêzên Amerîkayê rasterast êrîşê dikin ser hêzên Esed, û şerê Mûsilê ber bi tewawbûnê ve diçe, û kêşeya Kurd û Şî`e di Îraqê de serî radike, û referandom jî dema wê tê diyarîkirin, û komara Îslamiya Îranê hêcetan dibîne ku Kurdistana Rojhilat, di bin potînên pasdaran de bêdeng bike, û ji tirsa leyîza bi teqteqokan, renge enbara teqemeniyan di Kurdistanê de biteqe û …hwd.

Dema ku tu li dûrdîmenê dinêrî, û wêneya wê ya gelemperî bi hev ve dizeliqînî, wê demê ew gotina Tîlirson tê bîra mirov, ku got, stratejiya siyasî di Rojhilata Navîn de, tê guhertin, û ew alîkariya guherîna aştîxwazane di navxwe ya Îranê didin.

Bi van hûrbîniyan em digihîjin vê encamê, ku tirsa Xamineyî ji leyîza bi teqteqokan (tereqebaziyê), renge di pêşerojê de, bibe sedema vê ku, teqteqokên zêdetir li ber piyên wî biteqin, û bibe kabûsa jiyan wî.