Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna ava vexwarinê li Xûzistanê nerazîbûna xelkê wê herêmê lê ketiye

16:25 - 22 Hezîran 2017

Kudistanmedia: Kêşya nebûna ava vexwarinê di Xûzistanê de bêdadiyê dike, û ava vexwarinê ya herêma Şadigan û dehan gundên din li derdora Kendawê qut bûye.

Her di vê derheqê de nûnerê şadiganê di meclisê de ragehandiye,ku qutbûna avê ji bilî Şadiganê, di 30 gundên vê şaristanê de jî, rû dane, û gellek kêşe ji bo akinciyên vê herêm pêk aniye.

Nasirînijad nûnerê Şadiganê, bas ji vê jî kir ku rûbarê Cerahî di başûra Xûzistanê de jî hişik bûye, û pezdar û cotyar û baxdar digel bêaviya tewaw berbirû ne.

Çend roj berî niha Serperestê fermandariya Çabiharê, Eyûb Derwêşî jî ragehandiye ku 400 gundên vê şaristanê bêy şebekeya ava vexwarinê ne.

Wî ragehand ku bi riya tankeran, ava vexwarinê bi ser xelkê de tê parvekirin, û her rojê her yek ji akinciyên vê herêmê tenê 15 lîtr av ber wan dikeve.

Wî got ku ji 283 hezar kes ji xelkê şaristana Çabiharê %79 bê ava vexwarinê ne, û tenê %21 ji nifûsa gundên Çabiharê ava paqij ya vexwarinê hene.

Sîstan û Belûçistan di salên borî de, zêdetir ji navçeyên din ên Îranê, digel kêşe û kirîza hişiksalî û bêaviyê berbirû bûye.

Dewleta Rûhanî çar salan berî niha qewl dabû ku bi danîna 2.5 milyard Dolarî ji cihê sindûqa vegeşîna neteweyî, kirîza bêaviyê çareser bike, lê ew qewlê xwe cîbicî nekir.

Di rojên derbazbûyî de, digel zêdebûna pileya germê di Sîstan û Belûçistanê de, nûnera û kesayetiyên mesebî daxwaza girîngîdana zêdetir bi vê navçeyê kirin.

Li ser bingeha Saziya Bername û Bûdceyê, Sîstan û Belûçistan di warê pîvanên vegeşîna aborî û civakî yek ji parêzgehên herî bê par ên Îranê ye.