Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karnasên Îsraîlî: Êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser Sûriyê serkevtî nebû

21:08 - 22 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Karnasên leşkerî ên Îsraîlî ragehandine ku berevajiyê îdiaya Îranê, êrîşa mûşekî ya vî welatî bo ser Sûriyê, şikesteke tewaw eyar bû, û ji koma mûşekên ku ber bi Dêrelzorê avêtine, sê mûşek ketine nav xaka Îraqê, û du mûşekên din jî çendîn km dûrtir ji armanca xwe ketine xwarê.

Di êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser Dêrelzorê de, mûşekên Zulfeqar hatine bikaranîn, û nuqteya avêtina mûşekan heya cihê ku armanca wan bûye, 450 kîlometr bûye. Serbarê vê ku berpirsyarên leşkerî ên rejîmê ragehandibûn ku ew mûşekên wan dikarin dûriya 700 heya 800 kîlometran jî bi başî bipêkin, lê li gora gotina berpirsyar û karnasên leşkerî ên Îsraîlê wan heta nekariye dûriya 450 km jî bi başî bipêkin.

Ji aliyekî din ve niha kêşe û nakokî li ser çavkaniya biryara vê êrîşa mûşekî û li ser dana zanyariyan li ser cihê destnîşankirî bo lêdanê, di nava karbidestên rejîmê de çêbûye. Wezareta Îtila`atê ragehandiye ku eva dem û dezgehên Îtila`atî ên ser bi wezareta wan bûne ku zanyariyên hûr û rast li ser wî cihî dane Spaha Pasdaran, lê Spaha Pasdaran jî ragehandiye ku eva hêza Quds bûye ku zanyariyên hûr dane me.

Ji aliyekî din ve Spaha Pasdaran îdia dike ku eva Xamineyî ye ku biryara êrîşa mûşekî daye, lê Ruhanî di nava civîneke ruhaniyan de got: Ew kiryara Spaha Pasdaran li ser bingeha biryara şêvra Bilind ya Ewlehiya Neteweyî bû, û ew yek biryareke takekesî yan jî ya navendeke leşkerî nebûye.

Li ser bingeha esla 176`ê ya yasaya bingehîn ya Îranê, pejirandiyên Şêvra Bilind ya Ewlehiya Neteweyî piştî vê ku têne pesendkirin, dibe rêberê rejîmê jî biryarê li ser bide.