Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alîgirên Rûhanî daxwazkarê serederiya tund digel tundrevan kirin

16:50 - 24 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Li dijkiryara bi wan diruşmên ku di roja Quds de, li dijî Rûhanî hatin dan, berpirsyarên dewletî, kesayetiyên siyasî ên alîgirê dewletê û ragehandinên nêzî wan, helwestên tund girtin.

Di meşa roja borî ya roja Quds de, hin dijberên Rûhanî, diruşma “Rûhanî, Benîsedr! bihevgehîştina we pîroz be”, û hin diruşmên dinê dan.

Herwisa hinek poster û pilakard li dijî Rûhanî di vê merasimê de di destên wan de hebûn.

Xamineyî di roja 12`ê Cozerdanê de, di axavtinekê de ku Rûhanî jî tê de beşdar bû, reagehand: Nabe em welat bikin du qutbî (cemser), nabe ku em xelkê bikin du beş, wekî sala 1359`an, ku mixabin wê demê Benîsedr xelk bi du desteyên alîgir û dijber parve kiribûn.

Piştî van axavtinan, Înistigrama Xamineyî vîdyoyeke sala 1359`an û dijberiya digel Benîsedr serkomarê wê demê belav kir.

Di van rojên borî de, kesên nêzî Xamineyî û dardestên wî ku postên bilind bi wan hatine spartin, li dijî wê hizr û fikrên Rûhanî ku rewayiya deshilatê, Dengê Xelkê zanîbû, êrîşên berfireh li dijî Rûhanî encam dane.

Elî Muteherî, cihgirê serokê meclisê jî, ragehand ku niha dema vê hindê ye ku em serdozgeriya Tehranê biceribînin, ka gelo çiqas amade ye li dijî van kiryarên neyasayî tevbigere.