Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsyona Siyasî-Nizamî ya PDKÎ derheq şehîdbûna sê pêşmergeyên Komeleya Şoreşger daxuyaniyek belav kir

17:09 - 24 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Komîsyona Siyasî-Nizamî ya PDKÎ derheq şehîdbûna sê pşmergeyên Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê daxuyaniyek weşand.

Deqa daxuyaniyê:

Dxuyaniya Komîsyona Siyasî-Nizamî a PDKÎ

Hevwelatiyên rêzdar

Civatên xelkê xebatkar ên Kurdistanê


Li gora ragehandina sekretariyeta Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê sibehiya roja Înê 2`ê Pûşperê desteyek ji pêşmerge û endamên rêkxistina nihênî ya Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Sineyê de, ketin boseya hêzên serkutkar û kirêgirtiyên rejîma Komara Îslamiya Îranê, û piştî şer û pevçûneke neberamber mixabin sê kes ji têkoşerên Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê jiyana xwe ji dest dan.

Canjidestdana vê hejmara hevalên me ên Komelê, ji bo hemû dilsojên tevgera Kurd cihê mixabiniyê ye, û wekî xisarekê ye ji bo tevgera Kurd.

Komîsyona Siyasî-Nizamî ya PDKÎ tevî eşkerekirina xem û nerehetiya xwe bo canjidestdana van sê têkoşerên Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje rêberayetî, pêşmerge û endam û alîgirên Komelê û malbatên şehîdan, û sebr û tab û tehemulê bo hemû aliyekî bi hêvî dixwaze.

PDKÎ
Komîsyona Siyasî-Nizamî

03.04.1396
24.06.2017